YJA Star: 2019 wê bibe Newroza azadî û berxwedana jinê
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, ''Newroza 2019'an wê bibe Newroza azadiyê'' û bang li hemû jinan kir li dora agirê roja têkoşîna nû bibin û govenda azadiyê bigirin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, ''Newroza 2019'an wê bibe Newroza azadiyê'' û bang li hemû jinan kir li dora agirê roja têkoşîna nû bibin û govenda azadiyê bigirin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo Newrozê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya YJA Starê wiha ye:
''PKK ya ku li idjî pergalên koledar ên li ser gelên Rojhilata Navîn şer dike û bi berxwedanê nirxên azadiyê yê ku bi dest dixe, digihîne wateyên mezin, Partiya Newrozê ye. Em Newroza Rêbertiya xwe ku PKK, ya ku dibe tov û li her xakê şîn tê, dibe stran û li her deverê tê strandin diyarî me kirî, ya gelê xwe ku giyanê Newrozê kirî serhildan, ya hemû mirovahiyê ku ji bo jiyaneke azad û demokratîk têdikoşin pîroz dikin. Em şehîdên xwe yên mezin Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan ku heqîqeta jiyanê bi berxwedaniyeke mezin vegotin, bi hurmet û minet bi bîr tînin.
Gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ber bi Newrozbûneke nû li ser xeta şehîdên leheng û berxwedêrên fedaî bi pêş ve diçin. Gelên Kurdistanê Newrozê ya ku bi pêşengiya Rêber Apo tê maneya roja nû, ji têkoşîna ku Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim dayî, bi hezaran Kawa afirand û dîrokîtiya wê heta bi îro anî û ev hilda asta modernîteya demokratîk. Tevgera Kawayê hevdem ku îro bi şehîdên me yên leheng Mazlûm Dogan, PKK pêşengiya wê dike, rêça Newrozbûnê, di şexsê şehîdên me yên leheng Zekiye, Rahşan,Bêrîvan, Azê, Hêlîn, Gulnaz û Delalan, em li hemû gelên xwe, li berxwedêrên çiya û zindanan, li berxwedêrên greva birçîbûnê ku bedena xwe hêdî hêdî dihelînin û diherîkinin ser agirê Newrozê û govenda azadiyê geş dikin, pîroz dikin.
Li hêlekê ku Deheqê serdemê Kenan Evren, bi berxwedan bi pêşengiya Kawayê hevdem Mazlûm Dogan dihate hilweşandin, qêrîna berxwedanê ya ji bo azadiyê ya Mazlûm Dogan, piştî girtiyên li zindanan li çiyayan, bi pêşengiya lehengê nemir Mahsûm Korkmaz, bi çalakiya 15'3e Tebaxê, berxwedaniya zindanan gihandibû çiyan. Dehaq ê ku li zindanan hatî parçekirin, li çiyayan jî ji hêla gerîlayên qehreman ve hatibû parçekirin û beriya her tiştî Dehaqên ku di hiş û jiyana gelê me de hatibû kolan, bi vejîna PKK'ê re li bin guhê erdê hatine xistin.
Giyanê PKK û PAJK'bûnê, îro li kûdera cîhanê tê hilmijandin, berxwedana jinê ku wê hilma genî ya Dehaqan bibire, bi Yekîtiya Jinên Azad ên Starê, xeta parastinê û parastina hebûna xwe, azadiyê wê geş bibe. Dehaqên îro ku li ser Rêber Apo tecrîda girankirî didomînin û li ser gelê me dixwazin faşîzmê bînin asteke din, maskeya faşîzma AKP-MHP'ê Erdogan dane ber rûyê xwe, bi berxwedana grevên birçîbûnê ya bi mebesta ku maskeyên faşîzmê werin çirandin bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî û bi dirûşma Em Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin berbiçav bûyî, em ê bi agirê Newrozê wan bişewitînin û tine bikin.
Em hêzên YJA Starê, em dîsa sond dixwin ku em ê giyanê berxwedana dîrokî ya Newrozê, bi rengê ku şertên serdema me hewce dike û bi feyza, hurmeta li şehîdên me yên leheng ên Newrozê, geştir bikin. Bi wesîleya Newroza 2019'an, bi gotina,''Ne em ê mîna berê bijîn û ne jî weke berê şer bikin'' ku ya ku Rêber Apo mîna destûrê daniye ber me, em dixwazin bi bîra dost û dijminan bixin ku parastina û şerê me wê bersivê bide serdemê. Em bang li jinên berxwedêr ên cîhanê dikin heta ku hemû Dehaqên li rûzemînê werin tinekirin, wê çeka wan me bişixule, bila tevlî nav rêxistiniya me û têkoşîna me bibin, têkoşînê geş bikin. Newroza 2019'an wê bibe Newroza azadiyê. Em bang li hemû jinan dikin ku li dora agirê roja têkoşîna nû bicicin û bikevin govenda azadiyê.''