Koordîsyona YJA’yê bertek nîşanê nêzîkatiya li hemberî grevên birçûnê ya ku dikeve roja xwe ya 40’emîn da. YJA’yê wiha got: “Ji ji bo berxwedana hevalên girtîgehê bi mirinan encam nebe divê zêdetir û bi hêztir xwedî lê bê derketin. Bi daxuyanî û çalakiyên rutîn pêşî li mirinan nayê girtin.”
Koordîsyona YJA der barê greva birçûnê ya bê dem û dorneveger a girtiyan de ku ket roja 39’emîn daxuyaniyeke nivîskî da.
YJA’ê desetnîşan kir ku di roja 40’emîn a girevê de jiyana hevalan bi xetereyeke mezin re rû bir û ye û wiha pê de çû: “Heta ku daxwzên astengiya li pêş zimanê dayikê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê rakirin, girtiyan biriyar girtiye çalkaiya xwe bi dawî nakin. Li dijî hikûmeta AKP’ê ya ku hêj hewl dide di pirsgirêka kurd de demê qezenc bike, ji mirinên ku ji girtîgehê derkeve berpirsyar e.”
Koordînasyona YJA’ê balkişand ser grevê ku dikeve roja 40’emîn û wiha got: “Ligel ku dikeve roja 40’emîn rayagiştî bê deng e. Ev nayê qebûlkirin. Gelê kurd, aliyên demokrat û jin divê zêdetir xwedî li vê berxwedanê derkevin.”
YJA’yê bang li hemû aliyan kir û wiha got: “Di serî de jin û gelê me, hemû aliyên demokrat û bi hestiyar divê têkevin nava tevgerê û beyî ku dereng nemîne helwesta xwe nîşan bidin. Grev dikeve roja xwe ya 40’emîn û xeteriya jiyana hevalan zêdetir dibe. Ji ber vê jî divê ev nêzîkatiyên rutîn û ji rêzê neyên qebûlkirin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bila bi hêzeke mezin xwedî li berxwedana hevalên me derkevin. Ji bo ku berxwedana hevalên me yên girtîgehê bi mirinan encam nebe divê hewceya em bi hêztir xwedî li wan derkevin. Her wiha ev yek bi daxuyanî, çalakiyên rutîn û bangan pêk nayê. Dayik, jin û ciwan divê çalakiyên xwe zêdetir bikin.