'Yên ku biryar dane wê biçin, Ayşe Gokkan wê were berdan!'

Platforma Jinan a Enqerê li dijî 30 sal ceza yê li Ayşe Gokkan hatî birîn helwest nîşan da û got,''Yên ku ev biryar dane wê biçin, Ayşe Gokan û hemû hevalên me yên rê wê werin berdan.''

Platforma Jinan a Enqerê li Yekîtiya Milkiyeyan daxuyaniya çapemeniyê da. Gelek jin tevlî civînê bûn.

Endama Platformê Deniz Akbiyik a ku daxuyanî xwendî, got,''Dewleta nêr ku ji xwe re kiriye amaç êrîşê bîne ser destkeftî û piştevaniya jinan 20'ê Cotmehê li rûniştina li Amedê 30 sal ji ber polîtîka kiriye û dev ji têkoşîna Kurdan û nasnameya jinê neqeriyaye ceza daye hevala me ya têkoşînê û berdevka TJA'yê Ayşe Gokan''


Platformê diyar kir li gel têkoşînê jî bi jinên ku têkoşînê didomînin li ser piyan in û got, ''Em xweş pê dizanin yên ku ev biryar dane wê biçin, Ayşe Gokan û hemû hevalên me yên rê wê werin berdan! Em vê biryara li dijî jina Kurd ku amaç dike me hemûyan çavtirsandî bike, nasnaekin. Em bi hev re li dijî zextan, girtinan, êşkenceya sîstematîk a dweletê, êrîşên zayendî, polîtîkayên şer, cezayên nehiqûqî bêdeng namînin, natirsin û stûyê xwe xwar nekin."