Yekîtiya Star li hemberî tecrîdê kampanyayê dide destpêkirin

Yekîtiya Star li hemberî tecrîdê kampanyayê dide destpêkirin

Tevgera jinê Yekîtiya Star a li Rojavayê Kurdistanê, di 14’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi armanca şermezarkirina komplo û tecrîda li ser Ocalan, kampanyaya ku dê 15 rojan dom bike, da destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya kampanyayê de li gorî derfetên bajaran dê çalakiyên wekî, “meş, daxuyanî û civîn” bêne lidarxistin.

Li Rojavayê Kurdistanê tevgera jinê Yekîtiya Star, têkildarî 14’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek da û diyar kir ku wan kampanyaya çalakiyan daye destpêkirin. Di daxuyaniya ku komplo û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hate şermezarkirin de, hate diyarkirin ku Ocalan ji bo ku zirarek negihîje gelê Sûriyeyê û şerekî herêmî çênebe, derketiye Ewropayê û xwestiye pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane çareser bike.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li hemberî hemû hewldanên Ocalan, hêzên navteweyî komplo pêk aniye û ew radestî Tirkiyeyê kirine û ev tişt hatin gotin: “Lê gel hemû êrîşan jî, Rêber Apo di şertên Îmraliyê de bingaha bingeha projeya çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên aştiyane danî.”

‘JIN DÊ LI SER XETA OCALAN BIMEŞE’

Yekîtiya Star di daxuyaniya xwe de li ser keda Ocalan a ji bo azadiya jinê jî rawestiya û cih da van gotinan: “Rêber Apo bi kedek mezin jin gihandiye asta lehengiyê. Jin jinûve hatiye afirandin û niha gihîştiye asta ku riha xwe ji bo azadiyê bide. Jinê soz daye ku dê di avakirina civaka azad û demokratîk de pêşengiyê bike. Ev yek di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî tê dîtin. Jinê girîngiyek gelek mezin daye ramanên Rêber Ocalan û li Rojavayê Kurdistanê siyasetek demokratik meşand. Vê siyasetê nehişt ku li herêmê şer derkeve. Jin dê li ser vê xetê meşa xwe bidomîne.”

BANGA TEVLÎBÛNA KAMPANYAYÊ

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Yekîtiya Star, di 14’emîn salvegera komployê de bi slogana “Em komplo û tecrîdê şermezar dikin” kampanya daye destpêkirin û ev kampanya dê ji 9’ê Cotmehê heta 25’ê Cotmehê dom bike. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê di çarçoveya kampanyayê de çalakiyên wekî, bêne lidarxistin. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jin, ciwan û derdorên demokratîk hate kirin ku tevlî çalakiyan bibin û li hemberî komploya ku di kesayetiya Ocalan de li hemberî hemû gelên herêmê ye, dengê xwe bilind bikin.