Yekîtiya Jinên Sosyalîst: Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Elmanyayê, Leyla Guven silav kir û xwest, tecrîd tavilê bi dawî bibe.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Elmanyayê, der barê Leyla Guven de ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Leyla Guven dest bi têkoşîneke girîng kiriye ku îradeya jinên berxwedêr temsîl dike."

'BERPIRSYARIYA HER KESÎ YE KU PIŞTGIRIYÊ BIDE'

Yekîtiya Jinên Sosyalîst diyar kir, berpirsyariya her kesî ye ku bi xurtî piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya Leyla Guven û wiha dewam kir: "Daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê, raperîn û têkoşîna li dijî dîktatoriya AKP-Qesrê mezin dike û rewatiya berxwedanê careke din nîşan dide.

'EM XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERDIKEVIN'

Leyla Guven bi çalakiya xwe bû hêviya berxwedanê ji bo jinan û gelan. Em jin xwedî li pêngava çalakî û girseyî ya pêşeng a serdemê derdikevin û bang dikin ku vê çalakiyê li Elmanyayê mezin bikin.

Bi serdana Mehmet Ocalan a li Îmraliyê re berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven serketina xwe ya destpêkê ya mezin afirandiye."

Yekîtiya Jinên Sosyalîst diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tavilê bê bidawîkirin.