Yekîtiya Jinên Kurd Swîsre kongreya xwe ya 2. lidar xist

Yekîtiya Jinên Kurd Swîsre, kongreya xwe ya duyemîn li Kantona Solothûrnê lidar xist.

Yekîtiya Jinên Kurd Swîsre, ku rêxistina sîwanî ya jinên Kurd a li Swîsreyê ye, duh li bajarê Grechen ê Kantona Solothûrnê kongreya xwe ya 2. lidar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir.

Kongre bi beşdariya 200 delege û mêvanan, li salona Elîtê bi şiyara 'Bi xwerêveberiyê em jiyana azad ava bikin' pêk hat. Piştî axaftina destpêkê, dîwana kongreyê hate hilbijartin.

Dûre ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin û rojeva siyasî hate nirxandin. Beşdaran êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Şengal û Rojava û operasyonên qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê nirxandin.

Piştre, raporên malî û xebatê hatin xwendin û nirxandin. Li pey nîşandana sînevîzonê jî nûnerên meclîsên herêmê hatin diyarkirin û di hilbijartinê de Hatîce Tîryakî weke berdevka yekîtiyê ya Swîsreyê hate hilbijartin.

Di kongreyê de her wiha li ser navê Heyva Sor, plaketek ji Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê hate dayîn.

Kongre bi qîrîna dirûşma "Jin, jiyan, azadî" qediya.