Yekitiya Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz ava bû
Yekitiya Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz ava bû
Yekitiya Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz ava bû
Yekitiya Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz (YDGK) ya ser bi YDG-H'ê li Amedê hat damezrandin.
Di daxuyaniya encamê ya civîna damezrandinê de bal hat kişandin ser kuştina yek ji kadroyên destpêkê yên PKK'ê Sakîn Cansiz (Sara) û kadroyên Jinên Ciwan Leyla Şaylemez (Ronahî) û Fîdan Dogan (Rojbîn) û hat destnîşan kirin ku ev yek nîşan dide êrişên pergalê yên li dijî jinên azad û rêxistinbûyî gihaştiye kîjan qonaxê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku vê komkujiyê nîşan daye ku ti dewlet jinên xurt qebûl nakin. Yekitiya YDGK'ê diyar kir ku dewlet bi mejiyê mêr hatine avakirin û komkujiya Parîsê jî peyamek ji bo jinê ye.
Di dewama daxuyaniyê weha hat gotin: "Me mesaj girtin û emê bi serketina têkoşîna xwe re tola komkujiya Parîsê hilînin." Daxuyaniyê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ewê ji veguherîna civakê ya ber bi azadiyê re pêşengiyê bikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 1'ê Hezîranê tê wateya jinûve vejînê û hat gotin, "Emê di şopa Şehîd Nûdayan de bimeşin û vejîna jinên ciwan jinûve ava bikin. Û em di vê roja bi rûmet de, rêxistinbûyîna xwe ya jinên ciwan îlan dikin. Di salvegera pêngava 1'ê Hezîranê de bi giyana pêngava 1'ê Hezîranê, di bin sîwana YDG-H'ê de em avabûna Yekitiya Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz ava dikin. Bi vê rêxistinbûyînê re em dixwazin rêxistinbûyîna jinên ciwan bi felsefeya azadiyê ya Rêbertiyê re bikin ye. Bi hêza xwe ya rêxistinbûyî, emê tecrîdê bişkînin. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye."