Yekîtiya Jinan a Sara ya Swêdê kongreya xwe lidar xist
Li Swêdê Yekîtiya Jinan a Sara kongreya xwe ya 2’emîn lidar xist.
Li Swêdê Yekîtiya Jinan a Sara kongreya xwe ya 2’emîn lidar xist.
Yekîtiya Jinan a Sara ya Swêdê li bajarê Ûppsalayê kongreya xwe ya 2’emîn lidar xist.
Di kongreyê de berxwedana girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de hate silav kirin. Di heman demê de kongre diyarî jinên di greva birçîbûnê de hate kirin.
Axaftina destpêkê ji aliyê berdevkên demî yên Yekîtiya Jinan a Sara Ferah Bozcali û Zozan Baranson hate kirin û girîngiya kongreyê hate destnîşankirin. Ji Partiya Çepgir a Swêdê Eva Ezîm û ji Yekîtiya Jinên Elewî jî Nevîn Kamîlagaoglû peyam dan.
‘DIVÊ TÊKILÎ BI JINÊN GELÊN DIN RE WERE DANÎN’
Di kongreyê de rojnamevan Zeynep Erdem nirxandina siyasî kir û diyar kir di rewşên dijwar de têkoşîn bêtir pêwist e û got, “ Di mudaxeleyên li ser Rojhilata Navîn de herî zêde jinan xisar dîtine û mafên wan hatine binpêkirin. Lê tu hêz nikare li ber îdeolojiya azadiyê bisekine ya ku di şexsê Jinên Kurd de bi pêş dikeve.”
Di kongreyê de hat diyarkirin ku divê têkoşîna jinên Kurd karibe xwe bigihîne jinên gelên din jî.
BIRYAR
Di çarçoveya nîqaşan de hin biryar hatin wergirtin. Biryar hate wergirtin ku li ser riya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê semîner, panel û perwerdehiyên xweser û tevlîhev werin li dar xistin. Divê bi jinên gelên din re zemîna têkoşîna were xurtkirin û tifaqên stratejîk werin mezinkirin û Jinên Kurd rêxistinbûna xwe mezintir bike û li bajarên ku rêxistina wê qels be, karibe rêxistinbûna xwe berfirehtir bike.
Di kongreyêde ji bo rêveberiyê 11 kes hatin hilbijartin û peyama Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJKE) jî hate xwendin.