Xwezaya jina azad bi hevrê Tekoşîn re şênber bû

Hevrê Tekoşîn herikbar, xweşik, keyfxweş, ronahî û avaker bû. Li qadên şer li pêş bû. Mîna kulîlkên serê çiyan; mîna nergîz û sosinan nefel û beybûnan di dilê her hevalek de kelacana aşqê dibişkivand, jiyîn bi hevrê Tekoşîn re her dem demsala baharê bû.

Di salvegera 1’emîn a hevrêya evîdndara azad, fermandara jina azad, dost û dilsoza mirovahiyê Şehîd Tekoşîn Amanos ku 22’yê Tebaxa 2019’an şehîd bûbû, hemû cangorî û evîndarên jiyana azad şehîdên tekoşînê bibîr bînim.

Di rastiya dîroka civaka mirovatiyê de dergûşa mirovatî li ser axa Mezopotamya ji destên keda afirînera jiyana bihişta li ser rûyê cîhanê Xerzana bedew zorokek hate dinê navê wê kirin Ceylan. Ji derketina her pexember, serok û pêşangan re gelek efsane, destan, çîrok û mîtolojî hatine rêzkirin ku cewherê heqîqet û çalakiyên hebûna nirxên civakî dane yên ji bîrkirin û nemir bibin bûne hafiza û hişê civakî. Lê belê rastiya jiyanê ya ku jin ji bo navnîşana jiyan afirand, welidand, nav kir, hebûn kir, di nava pençeyê deshilatdariya zilam de haqîqet hat berovajî kirin. Dema jiyan bi rengê jina azad bo civak di nava wekhevî, azadî û aramî de dijiya. Fikir û felsefeya Reber Apo rastiya ku li ser hezaran derew hatî razandin yek bi yek eşkere kir û rastiya jinên pêşeng mîna Hevrê Tekoşîn şopdarên çanda xwedawendan der xist. Ew jî dîroka jinên ji agir in. Ji tîrêjên rojê ne. Ew in mamosteyê azadî bi ronahî û zanyarî, ew in cewherê hebûna mirovatî. Ew in kedkarê mezin ên erd, av, ax û esman nas kir û bûn xwediyê civaka mirovatî. Ew der warê xwedawendanê xwediyê zanist û azadî. Ev der warê jinên dilwêrek, aşq û heviyên pêşeroj. Ew der warê keçên ji dîroka koletî tol hilanin kesayeta Hevrê Tekoşîn, şervanê heqîqetê, ji serbilindiya çiyayên Xarzan çanda keça bedew a Rindêxan ji xwe re kiribû mînaka jiyanê. Hezaran destan û çîrok, sitranên dengbêjî yên Kurdan pêşengên civaka xwe û rastiya lehengiya wan dayikan li ser dergoşa zarokê xwe gotine û kirine hişê wan. Rindêxan ji bo ji dijmin û neyaran re nebe yar xwe ji piran avet xwar. Çanda berxwedan, serbilindî, azadî û jiyana bi rûmet mîna dara barûyê çendî aliyê dijminê xedar û ne mirov ve her tim rastî kuştin, dagirkerî û qirkirinê hatibe jî li ser koka civaka azad, jina xwedawend kesayetên mîna Tekoşîn derxistiye. Wekî gelek zanyara jî gotî her mirov zorokê ardnîgariya xwe û serdemê xwe ye.

Hevrê Tekoşîn jî keça Xarzanê bi deşta Bişêriyê çavê xwe li cîhanê vekiriye. Ew berdewamiya şopên ferîştah, Îştar, Mizgîn û Gulbahar, Çîçekan bu. Dîrok di hiş û mejiyên mirovan de hemû bedewî, rastî, azadî, ahlaq, haqîqet, rûmet û kerametên civaka bi pêşengtiya jinên Mezopotamya re hebûna xwe ava kirin û îro ev çand xwe di kesayetên mîna hevrê Tekoşîn de ava kiriye. Di walatên me de tiştên ku em dijjîn, ne çîrok in ne jî mîtilojî. Rastiyên haqîqat bixwe ne. Rastiya hevrê Tekoşîn rastiya jiyana azad e. Rastiya jina serbilind e, evîndara heqîqeê, rastiya dirustbûn, fedekarî, cesaret û dilnizimbûnê. Rastiya adalat, wekhevî, heskirin û bedewiya cewherê jina xwebûyînê ye.

Temenê xwe yê zarokatî hevrê Tekoşîn bûbû rêwiyê rêya azadî, rêya şeref û remeta gelê Kurd. Eger mirov di nava gelekî ku hê jî hebûn û nasnama wê, zîman û çanda wê tê înkarkirin û rastî her cûre êrîşên hovane qirkirin, dagirkerin hatibe de, te çavê xwe vekirîbe hê zehmetir e. Têkoşîn û xiyanet du baskên jiyanê yên diherikin nava civakê de. Di waletê me de dervayî van her du rêyan tu rêyek din ne mümkün e ku tu Kurd û jin bî; bahsa jiyînê bikî. Ger mirov bixwaze çîroka pêşenga azadiyê ya şervanên rêya heqîqet û jiyana rastiya hevrê Tekoşîn binirxîne gelek destanên lehengî û qehremanî, gelek çîrok, helbest û fîlmên macara, aksiyon, tirajedî, êş, aşq û heskirina gerdunî, jina hemû sînor û zayendperestî tekbirî wê sedan berhemên tijî nirx, peyam, mînak û pirtûka jina jiyan welidandî hûnerê biharikîne nava dil û mejiyê mirovan.

Hevrê Tekoşîn jina ku xwe di nava şerê hebûn û tinebûne de afirandî, ava kirî, pêş xistiye. Di sala 1994’an de rewîtiya hevrê Tekoşîn di nava şarê herî giran Qada Xerzanê de rûpelên spî bi cengawerî, lehengî û cesareta mirin ji xwe tirsandî, şarê azadî dike, nîvîsand dîroka jinên ji agir xwe ava kirî. Jinek ji di nava agir de mezin bûyî, di nav pelên agirê azadiyê, govenda azadiyê de her dem sergovend girtiye. Di vî waletî de dijî hemû êrîşên zaliman, neyarên ku hezaran zarok, jin kal û ciwanên tenê ji bo Kurdbûn hatin kuştin, qatilkirin û di nava mal û gundê xwe de hatin şewitandin. Gelo ger tu nebî rastiyek ji agir, rastiya mirov ê tenê guşt û can wê çawa bikare xwe bi parêze da tine nebe. Dema hevrê Tekoşîn bi fikir û ramanê Rebertî li ser hebûna Kurd rastiya dîroka Kurdistan nas kir got: “Çavê dilê min, çavê fikrê min nû nû vebû. Bi wateya jiyan naskirin heta perdeya koletî li ser hiş û zîhna mirov ne rabe haqîqat rastiya wê nayê der.” Hevrê Tekoşîn bost bi bost ji çiya bi çiya Xarzan ta Botan Gabar, Besta, Herekol, Cûdî salên ku di dîroka tekoşîna gelê Kurd de şerê herî giran bi gavên ji xwe bawer avêt di hemû meydana cengeweran de bu fermandara serkeftinê. Dijminê dagirker hemû hêza xwe bi teknîka NATO hezaran gundên Kurdan şewitand, operasyonê bê navber êrîş dikir û gerîlayên azadî ku şehîd ketin cenazayên lehengên azadî parça parçe dikir. Ev dîmenên rastiya hovane û havîtiya dewleta Tirk di hiş û mejiyê hevrê Tekoşîn de mîna volkanek hêrsa li dijî dijmin di dilê wê de hatibû çandin. Tekoşîn evîndarê hevaltî bû. Şahadeta her hevalekî/ê dibû sedemê dilsozî, biryardarî û îda tekoşîn bilindtir bibe. Hevrê Tekoşîn bi heskirina hevaltî jiyan her kêlî watedar dikir. Dem bi heval Tekoşîn re herikbar, xweşik, keyfxweş, ronahî û avaker bû. Di her meydana şerê giran de li pêş bû. Mîna kulîlkên serê çiyan; mîna nergîz û sosinan nefel û beybûnan di dilê her hevalek de kelacana aşqê dibişkivand, jiyîn bi hevrê Tekoşîn re her dem demsala baharê bû. Ji ber bahar hemû xemlû bedewiya xwe, hemû zayîn û afirîneriya xwe, rastiya jiyana azad xemilandibû. Hevrê Tekoşîn bi sekna xwe ya xwezayî, cewherê azadiyê şênber kiribû. Hevrê Tekoşîn di ferqa wê de bu kî di serdema pergala deshilatdar a kapîtalîst de ji bo tu bikarî hemû dîwarên li navberê te bi tere bi ruxînê, rupêçên ser kesayatiya te pêçane rakî, ser rûyê xwe û rastiya li ser te hatiye fazkirin re rû bi rû werî, îradeyek azad, zanyariyek cewherî û seknek ku her kêlî xwe bi guherînî şertê yekem ê xwebûyînê ye.

Di ramana hevrê Tekoşîn de famkirin heman demê pekanîn û paratîzekirina rastiyê ye. Ji ber wateye jiyane rêka êş, keyfxweşî, zorî, zehmetî, ketin û rabûn, bi xwehdan keda avakirina rûhê kêliyê ya kesayeta hevrê Tekoşîn xwe dît, xwe nas kir û xwe avakiribû. Ji ber wê jî kesayetek jina azad bîr û baweriya haqîqetê di hemû deman de rêya hevalen ronî kir. Şagirt û mîlîtanên felsefeya îdeolojî û xeta Reber Apo bê kêmahî, bê şaştî, bê lewazî kire çanda hebûna jiyanê. Hevrê Tekoşîn ji bo hevalan hem heval, hem fermandar , hem dost û hem jî mamosteye felsefa jiyana azad bû. Bi evîndariya mirovatî, bi evîndariya xweza û bi evîndariya jiyanê bi kelecan, coş û parvekirina bêdew î Çiyaye Botan ta Zaxrosan te ruhê azadiyê li ser her zinar û litkeyan hunandiye bi tekoşîna vejînê.

Hevrê Tekoşîn ji bo jina Kurd û gelê Kurd rastiya nemir da nîşandan. Tu nemir î hevrê . Ji ber mirin sar e heval. Mirin tarî ye heval; lê tu her sibeh bi derketina Rojê re, germahiya xwe didî dilan û di dilê her jinek de ji xweşikbûna te bostanek çêkir. Bostanê jinên azad. Tu ji her Kurdekê re ji her jinek û mirovekê re pirtûka jiyana ji agirî. Jina şarker jina leheng te ji bo me kir mîras û em ê li ser mîrasa te ji me re hêlayî bimeşin ta xeyalen te pêk bînin. Em sozdarên armanc û daxwazên te yên ger jiyan hebe ew ê azad be, ew ê bi rûmet û serbilindî be. Nexwe jiyan li me heram e. Şehîd ji me re çavkanî û ronahiya rastiyê ne. Em ê bi bawarî û aşqa hevaltî di hemû kêliyên tekoşîna hebûne cihanek azad de bi pêşengtiya jin wê xayalên we bikin rastiya sed sala 21’emîn. Bi gotina te ya di her nameyek de peyva yekem ‘Bêrîkirina hevaltî jî mîna hevaltiya PKK xweş e, ji ber dema ez bêriya hevrêyên xwe dikim, ez bi bîranînên hevaltî ya xemla azadî carek din dijîm û bê mirin dikim.’ Me bêriya te kir heval û bêrîkirina te îdîa, bawarî û giredana rêya heqîqet mezintir dibe, tekoşîna me bi hêztir dibe. Em hevrêyên kaça bedewiya Agirî Leyla pêşenga gerdûnek ji bo jinên azadî xwaz afirand, em hevrêyên Delal, Çîçek, Gulbahar û Tekoşîn ên fermandarê Artêşa Jina Azad in. Em ê her kêlî her roj her nefes sitandinê û her gava xwe ji bo pêkanîna xeyal û armancê we tekoşînek bê hempa bi ruhê Berxwedaniya Heftanîn erkê hevaltiya we bi serkeftin pêk bînin.