Xelata Projeya Clara Zetkîn dane projeyên TAJÊ-E

Partiya Çepgir a Elman (Dîe Lînke) xelata sala 8’an a Clara Zetkîn dae Dr. Krîstîna Hanel, Xelata Projeyê jî dane Tevgera Jinên Azad ên Êzîdî yên Ewropayê (TAJÊ-E)

Dîe Lînke yek ji mezintirîn partiya muxalefetê ya Elman îsal jî xelata Clara Zetkîn, jina şoreşger dan.

Berdevka Koma Meclîsê ya Federal a Dîe Lînke Conny Mohrîng li ser xelatê axivî û got ji bo xebatên wê yên ku divê jin xwedî li beden û jyana xwe derkevin xelat dane Dr. Krîstîna Hanel. Hanel bi taybetî bi taybetî li ser mijara ku jin bikaribin dawî li ducaniyê bînin bi roleke girîng rabûbû.

Hevseroka Dîe Lînke Katja Kîppîng jî got îsal ew Xelata Projeyê didine Tevgera Jinên Azad ên Êzîdî yên Ewropayê (TAJÊ-E).

Kîppîng got TAJÊ-E ji bo ku jinên Êzîdî ku zextên civakî jiyane û ji şer hîkar bûne terapî û semînerên perwerdehiyê dane, bi vê xebatên pir girîng kirine. Kîppîng got xebatên TAJÊ-E ji bo jinên ku li heremeke wiha ku jin lê kêm têne dîtin pir girîng e û got, ji bo jinên ku zext li ser wan heye, ji bo ku bikaribin bi azadî bijî xwedî kedeke girîng in.

Kîppîng got jinên Êzîdî yên endamên TAJÊ-E’yê çespandine ku kole jî dikarin bibin jinên azad û û jinên azad jî dikarin civakekê biguherînin. Kîppîng got ew li ber endamên jinên TAJÊ-E’yê bejna xwe ditewîne.

Xelata Clara Zetkîn didine projeyên ku di qadên çandî, siyasî, sosyal, hunerî de yên ku girîng têne dîtin. Tê xwestin ku ev proje rexneyî bin, bi armancekê bin, reht bikin, hişmendiya jinê bidin pêş û jinan xurt bikin.