'Viyan bû çira me ya azadiyê ku qet natefe'

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû, di salvegera 14'an a şehadeta wê de Soran bi bîr anî û got, "Ew bû çira me ya azadiyê ku qet natefe."

Viyan Soran ku li dijî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 2006'an bedena xwe da ber agir, bi sekn û têkoşîna xwe di dil û mejiyê Kurdan de cih girt. Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû, di salvegera 14'an a şehadeta wê de Soran bi bîr anî û got, "Ew bû çira me ya azadiyê ku qet natefe."

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Çîgdem Dogû, bi wesîleya salvegera şehadeta Viyan Soran ji ANF'ê re axivî.

Dogû di destpêka axaftina xwe de işaret bi tasfiyekariya salên 2002-2004'an ên li nava partiyê kir û anî ziman ku ev tasfiyekariya navxweyî ya herî berfireh û xetere bû.

Dogû got, "Ev tasfiyekarî di demeke welê de rû da ku Rêberê me li Îmraliyê dîl girtî bû, tevgera me di pêvajoyeke girînga  guherînê de bû û destwerdana DYA ya li Iraqê, li herêmê û polîtîkayên ji nû ve dîzaynkirinê di rojevê de bû. Koma tasfiyekar bi cesareta ji hêzên mêtinger wergirtî, xwe bi rengekî vekirî nîşan da û hewl da bi rêxistin bike. Ji bo vê jî, destpêkê xwestin lêgerîna têkilî û jiyana azadîparêz, xeta polîtîk a serbixwe ya partiya me û têkoşîna fedayî ya gerîla ya têkoşîna me tasfiye bikin. Bêguman armanc ji van hemûyan jî têkbirina Rêberê me, paradîgmaya wî ya hemdem, rêxistinbûn û hêza têkoşînê bû. Yanî dewama komploya navneteweyî bû. Rêbertî jinûve avakirina PKK'ê xist rojevê û bi vî rengî tasfiyekarî tasfiye kir."

Dogû got, "Di demekê de ku ji aliyekî ve paşverûtiya navxweyî û konferansên kadro yên li dijî vê di rojevê de bû, li aliyê din jî hevdîtinên bi Rêbertî re hatibû birîn, hevala Viyan çalakiya fedayî pêk anî. Tevî ku em rêbaza çalakiyê rast nabînin jî, ji bo me gelekî girîng e ku em ruhê wê yê fedayî û mîrateya wê fêhm bikin."

Dogû anî ziman ku Viyan hê di emrekî gelekî ciwan de tevlî nava refên gerîla bû, bi berpirsyariyên mezin rabû û diyar kir, di wî emrê xwe yê ciwantiyê de xwedî sekneke mînakdar, asîl, asteke xurt a têgihiştinê, xîtabeke bi hêz, kûrbûneke mezin û eşqa têkoşînê bû.

Dogû di dewama axaftina xwe de got, "Ferhat û Botan, her wiha jinên hevkarê wan ji bo hevala Viyan ber bi aliyê xwe ve bikişînin gelekî hewl dan... Lê belê hevala Viyan bi sekneke bi pîvan û sekna jinê ya ku Rêbertî esas digire, bersiveke xurt a milîtanî da. Ji xwe yek ji 12 endamên Komîteya Jinûve Avakirina PKK'ê ew bû. Di karê jinûve avakirina PKK'ê de bi roleke gelekî girîng rabû. Di vê demê de timî pêşniyar kir ku ji bo Rêbertî çalakiya fedayî bike. Rêxistinê ev pêşniyar qebûl nekir, lê şeva 2'ê Sibatê li Heftanînê bedena xwe da ber agir û ev çalakiya xwe pêk anî. Ew ji bo me bû çira azadiyê ku qet natefe."

Çîgdem Dogû destnîşan kir ku Viyan Soran a ji eşîra Caf a Başûrê Kurdistanê bû, ji bo gelê Başûrê Kurdistanê nirxeke mezin û pêşengek bû. Dogû got, "Rêberê me gotibû 'Şoreşa Başûr şoreşa jinê ye'. Hevala Viyan jî bi jiyan û rastiya şehadeta xwe nîşan da bê ev nirxandin çiqasî rast e. Girîng e gelê me yê Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jin hevala Viyan baştir fêhm bikin û Başûr bikin qada şoreşê û azadiyê."