Veysî Yoldaş ê ji girtîgehê reviya hevsera xwe qetil kir
Veysî Yoldaş ê li girtîgeha lê dima reviya, hevsera xwe Remziye Yoldaş qetil kir.
Veysî Yoldaş ê li girtîgeha lê dima reviya, hevsera xwe Remziye Yoldaş qetil kir.
Remziye Yoldaş (29) a li taxa Azîziye ya navçeya Yenîşehîr a Amedê ji aliyê hevserê xwe Veysî Yoldaş ê ji girtîgehê firar kirî ve hate qetilkirin.
Qetlîam li taxa Azîziye ya li semta Seyrantepe di saetên şevê de pêk hat. Yoldaş ê firarî ku Remziye Yoldaş li mala xwe qetil kir, piştre jî reviya.
Remziye Yoldaş a li cihê bûyerê mir, ji bo otopsiyê cenazeyê wê rakirin morga Nexwexaneya Zanîngeha Dîcleyê