UNICEF: Li Hindistanê zewaca zarokan kêmtir bû

UNICEF’ê diyar kir ku li Hindistanê di deh salên dawîn de zewicandina zarokên keç nîvenîv kêm bûye.

UNICEF’ê diyar kir ku li Hindistanê kêmbûna zewicandina zarokan bandora xwe li zewicandina zarokên cîhanê jî dike.

Li gorî UNICEF’ê di deh salên dawîn de zewicandina 25 milyon zarokan hate astengkirin. Berpirsa parastina zarokan a UNICEF’ê Javier Aguilar got “Li gorî daneyên heyî, li Hindistanê ji sedî 27’ê zarokên keç an jî bi gotineke din milyon û nîvek zarokên keç beriya 18 saliya xwe hatin zewicandin. Ev kêmbûneke girîng e. Deh sal berê ev rêje ji sedî 47 bû.”

Li gorî texmînên UNICEF’ê li temamiya cîhanê 12 milyon zarokên keç tên zewicandin. Ji bo ku di sala 2030’an de ev bi dawî bibe divê hewldaneke zêde were nîşandan.

Li Hindistanê ji bo jinan bi awayê fermî temenê zewicandinê 18, ji bo mêran jî 21 e. Salek berê Dadgeha Bilind têkiliya zayendî ya bi zarokekê re wekî tecawuz qebûl kir.

Ligel ku di warê zagonî de pêşiya wê hatiye girtin jî, zewicandina zarokan li civakê kêşeyeke girîng e.