Umît: Berxwedana Rojava û Şengalê serdem diyar kir

Umît diyar kir, hêzên Şoreşger ên Rojava, li Rojaayê Kurdistanê xwe li dijî her şêwe kom û rêxistinên paşverû îspat kir û di sala 2016'an de jî ev sekna xwe îspat kir.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Hêlîn Umît sala 2016'an ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve ji ANF'ê re nirxand.

Umît destnîşan kir, ku tevgera azadiyê her sala xwe kiriye saleke berfireh a têkoşînê û got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd sala 2016'an veguherandiye saleke mezin a têkoşînê. Tevgera Jinên Kurd jî bûye kirdeya vê rastiya têkoşînê. Ev yek ne tenê ji bo jinê, ji bo tevahiya civaka Kurd biryardariya di jiyana azad de nîşan dide."

Umît anî ziman, ji aliyê têkoşîna azadiyê ya jinê ve jî sala 2016'an bûye saleke ku têkilya navbera azadiya civakî û azadiya jinê hê bi zelalî hatiye dîtin.

'DI SALA 2016'AN DE ÊRÎŞÊN LI DIJÎ RÊBER APO ZÊDE BÛN'

Hêlîn Umît da xuyakirin, ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd di sala 2016'an de bi têgihiştina 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye' têkoşiyan û diyar kir, rejîma Erdogan/AKP'ê di sala 2016'an de êrîşên xwe yên li ser Rêber Apo zêde kir, ku Rêber Apo planên hegemonya vê rejîmê deşîfre kir. Umît destnîşan kir, ku sedema bingehîn a êrîşên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew e, ku Ocalan demokratîkbûn li ser rastiya Tirkiyeyê ya bi rêveberiya AKP-Erdogan ferz dikir. Umît ragihand, sala 2016'an di vî warî de, ji aliyê îdeolojîk ve bû qadeke têkoşîneke xurt.

'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINÊ AZADIYA RÊBE APO KIRIN NAVENDA JIYANÊ'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Hêlîn Umît diyar kir, sala 2016'an bû saleke ku Kurdên li çar aliyên Kurdistanê, li derveyî welat; li Ewropa, Rûsya, Ermenîstan, Çîn, Amerîka, Afrîka û her devera Kurdîtî lê heye, mirovên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn ser piyan, meşiyan, helwest nîşan dan û çalakî lidar xistin.

Umît ev nirxandin kir: "Bêguman ev yek bi pêşengiya jinên Kurd hate kirin. Haya jinên Kurd ji têkiliya navbera azadiya xwe û azadiya Rêber Apo heye. Jin bi hevrêtiya Rêber Apo re li xwe vegeriya ne, ji xwebûnê serbilind bûne û hemû taybetmendiyên xwe yên li derveyî desthilatdarî û dewletê jiyan e. Di rêya azadiyê de ku ji bo xwebûnê dimeşe, hemû nirxên zayendî, gel û şexsî yên ji dest hatine girtin, bi dest xistine. Azadiya Rêber Apo ku veguherandiye sedema hebûna têkoşîna jinên azad a Kurd, kirine navenda jiyana xwe. Di vê pêvajoyê de, ku êrîş û gef zêde bûne, ev rastî ji her demê bêhtir bi vî rengî ye. Lewma di hemû nîqaş û civînên sala 2016'an de rewşa Rêber Apo weke krîterê hatiye nirxandin, rêxistinbûn û xeta çalakiyê di vê çarçoveyê de hatine destnîşankirin."

'TÊKOŞÎNA SIYASÎ Û LEŞKERÎ YA NAVBERA FAŞÎZMA AKP-ERDOGAN Û TEVGERA AZADIYÊ YA KURD DIJWAR BÛ'

Umît anî ziman, têkoşîna leşkerî û siyasî ya navbera faşîzma AKP-Erdogan û tevgera azadiyê ya Kurd dijwar bûye û got, "Di sala 2016'an de berxwedana xwerêveberiya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê derket holê, sîstema kantonên li Rojava, têkoşîna xweseriyê ya Şengalê ya li Başûrê Kurdistanê, pêvajoyên têkoşînê ne. Berxwedana xwerêveberiyê yên li Sûr, Cizîr, Şirnex, Gever Nisêbîn û her devera Kurdistanê, careke din nîşan da ku Kurd bê xwerêveberî, bêyî vîna xwe, bêyî nasnameya xwe najî."

'CIWANÊN KURD BÛN FEDAYÎ; LI PÊŞIYA CIWANÊN BI VÎ RENGÎ TI HÊZ NIKARE BISEKINE'

Hêlîn Umît da zanîn, ku sala 2016'an bû saleke ku dewleta Tirk bi hêza xwe ya zordar re, bi ruhê şerê rizgariyê operasyonên dagirkeriyê ji nû ve li Kurdistanê meşand û wiha dewam kir: "Ji xwe navê 'man-nemanê' li vî şerê xwe kirin. Pêwendiya vê rewşê yekser bi têkoşîna li bajar û her devera Kurdistanê ya têkoşîna azadiyê ve heye. Vê rewşê çend xusûs raxist pêş çavan. Yek ji van jî, asta fedayîbûna ciwanên Kurd e, ku nabe nesîbê ti gelan. Ti hêz nikare li ber ciwanên bi vî rengî bisekinin. Ciwanên Kurd bi jin û xortên xwe, ku berê xwe dane azadiya Rêber Apo û xweseriya demokratîk a Kurdistanê, xwedî wê hêzê ne ku derbên xurt li hêzên weke dijmin dibînin, bixin."

RÊBER APO DI SÊ MIJARAN DE MIZGÎNIYA SERKETINÊ DA

Umît destnîşan kir, çalakiyên fedayî yên li navenda Enqereyê, çalakiyên li Stenbol û Kayseriyê, her wiha çalakiyên fedayî yên li Kurdistanê li dijî hêzên operasyonê hatin lidarxistin, encama vê rastiyê ye. Umît wiha dewam kir: "Çiqasî dixwazin bila tedbîrên ewlekariyê bigirin, lê nepêkane ku li pêşiya ciwanên berê xwe dane armanca xwe bibin asteng. Rêber Apo di sê mijaran de mizgîniya garantîkirina siberojê beriya bi salan da bû. Ya yekemîn; derketina rastiya gel ê şervan, ya duyemîn afirandina rastiya mliîtanên azad û herî dawî jî pêkhatina azadiya jinê. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne, bandorê li hev dikin û li Kurdistanê azadiyê garantî dikin."

Hêlîn Umît işaret bi hêza çalakiyên gerîlayên azadiyê yên Kurd kir û anî zimand, di sala 2016'an de hêza çalakiyê ya gerîla zêde bûye. Umît da xuyakirin, ku di bihar, havîn û payîza 2016'an de çalakiyên bi heybet ên gerîla hatine lidarxistin û hêzên YJA Starê jî bi rengekî aktîf bê navber di nava vê pêvajoyê de cih girtine."

'DEWLETA TIRK VEGUHERIYE DEWLETEKE TERORÊ'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Hêlîn Umît da zanîn, li Bakurê Kurdistanê ku bûyerên li Rojhilata Navîn û gelemperiya Kurdistanê diyar dike, di şexsê faşîzma Erdogan-AKP'ê de têkoşîneke bi bandor li dijî sîstema netewe dewletê hate meşandin.

Unît destnîşan kir, vê pêvajoya ku rêveçûna serdemê diyar kir, bi bandora têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê û Çiyayê Şengalê hate meşandin û wiha dewam kir: "Divê neyê jibîrkirin, ya ku di sîstema qirkirina çandî ya heyî de israr dike û dixwaze statukoyê biparêze, rejîma faşîst a AKP-Erdogan e. Ji ber vê yekê êrîşî qadên xwerêveberiyê yên li Rojava dike. Veguheriye dewleteke terorê. Îradebûna Kurdan li Rojava li ser bingeha sîstema demokratîk û azad, nîşandana nasnameya xwe, ji bo hemû Kurdan bûye model, lewma ji vê ditirse. Ji ber vê yekê bi hemû dewletên cîhanê re di nava têkilî û nakokiyan de ye. Nîşan daye ku ti nirxekî xwe yê nefiroşe nîne."

'SALA 2017 WÊ LI SER BINGEHA AZADIYA RÊBER APO DERBAS BIBE'

Hêlîn Umît di dawiya axaftina xwe de diyar kir, wê sala 2017'an ji aliyê tevgera azadiyê ve bibe saleke têkoşînê û di vê têkoşînê de jî hewl bidin encamê bi dest bixin.

Umît got, "Sala 2017'an wê li ser bingeha azadiya Rêber Apo dewam bike. Jin wê jiyan û aştiyeke bê Rêber Apo ti carî qebûl nekin. Û wê nîşan bidin ku di vê oxirê de amade ye bi her awayî şer bikin."

Umît bang li jin, dayik bi taybetî keçên ciwan kir ku bi rengekî çalak tevlî PAJK'ê bibin, ku wê Kurdistanê veguherîne bihara azadiyê û banga têkoşînê kir.

Umît got, "Hêvîdar im wê sala 2017'an li ser bingeha azadiya Rêber Apo bib esaleke têkoşînê ya em xwedî li bîranîn û wasiyeta şehîdên xwe derdikevin. Ez sala nû li Rêberê me ku ev derfetên têkoşînê da me û serê me her bilind kir, li şehîdên me, li gelê me û li hemû jinên dildarên azadiyê pîroz dikim."