HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG-NRÇ’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Em ê bibin layiqê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û soz didin ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.”
HPG-NRÇ’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Em ê bibin layiqê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û soz didin ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kirin:
“Hevrêyên me Bahoz Şîlan, Cuma Goyî û Şiyar Kurdistan 12’ê Çileya 2025’an li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di şerê li dijî dijmin de û di encama bombebarana dijmin de şehîd bûn.
Hevrêyên me Bahoz, Cuma û Şiyar di berxwedana destanî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de cih girtin û weke milîtanên fedayî yên Apoyî di şert û mercên herî zehmet de jî teredut nekirin û têkoşîn meşandin. Hevrêyên me ji bo pêkanîna taktîkên demê israr kirin û li arazî û tunelan di tîmên gerîla yên pispor de cih girtin, gelek xebat bi serketî meşandin. Hevrêyên me hemû êrîşên artêşa Tirk pûç kirin û bi berxwedana xwe hêza îradeya Apoyî îspat kirin. Têkoşîna wan dê her tim rêya me ronî bike. Gotin û pratîka hevrêyên me yek bû. Bi israra xwe ya ji bo darbeyê li dijmin bixin, bi jiyanên xwe yên dilnizm, hevrêtiyên kûr û pisporiyên xwe yên leşkerî ji me re mîrateyeke mînak hiştin. Hevrêyên me bi îradeya xwe ya xurt û manewiyata kûr, bûn çavkaniya moralê. Di têkoşîna me ya ji vir û şûnde de, em ê timî ji wan hêz, manewiyat û moral bigirin, wê bibin nirxên me yên herî esas. Em ê bibin layiqê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û soz didin ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.
Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Bahoz, Cuma û Şiyar em ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û li ber bîranîna şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Bahoz Şîlan Nav û Paşnav: Musa Kaya Cihê Jidayikbûnê: Êlih Navê Dayik – Bav: Emîne – Mehmet Alî Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Çileya 2025’an / Zap |
|
Nasnav: Cuma Goyî Nav û Paşnav: Mehmet Urek Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik – Bav: Sarya - Sadik Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Çileya 2025’an / Zap |
|
Nasnav: Şiyar Kurdistan Nav û Paşnav: Ahet Quwe Cihê Jidayikbûnê: Mahabad Navê Dayik – Bav: Kurdistan – Osman Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Çileya 2025’an / Zap |
BAHOZ ŞÎLAN
Hevrêyê me Bahoz li Êlihê di nava malbatek welatparêz de hate dinê. Bi dilsoziya malbata xwe ya bi nirxên Kurdî û çanda welatparêziyê ya derdora xwe mezin bû. Mîna her zarokek Kurd ê li Kurdistanê dijî, di temenekî zû de zextên dijmin û zilma dijmin a li ser gelê me dît. Hevrêyê me 7 salan çû dibistanên dewletê, pêkanînên Tirkkirinê qebûl nekir, ket nava fikaran û lêgerînan. Hevrêyê me di nava malbateke qelebalix de mezin bû û ji bo debara malbata xwe tevkarî kir. Bi saya kesayeta xwe ya hezkirî û lêpirsînên xwe yên di jiyanê de, bala kesên li derdora xwe jî kişand. Hevrêyê me hingî ku mezin bû, rastiya dijmin hîn baştir fêm kir. Ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê yên ku dijmin li ser gelê me ferz kirî, li dijî sîstemê bû xwedî hêrs. Ji merasîmên girseyî yên veşartina cenazeyên gerîlayên ku di şerê bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, pir bandor bû. Gelê me di her şert û mercî de xwedî li gerîla derket û berdêlên mezin da ber çavên xwe û ji bo tevkariyê li têkoşînê bike ket nava lêpirsînên kûr. Di demeke welê de ku Şerê Gel ê Şoreşgerî dihat jiyankirin û ref bi ref tevlîbûn ji bo refên gerîla çêdibûn, hemû derfetên modernîteya kapîtalîst red kir û xwest ji lêgerînên xwe re bersivê bibîne. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet li dijî dîlgirtina Rêbertiya me ya bi komploya navneteweyî, hêrsa xwe ya li dijî sîstemê her roja borî hîn zêdetir kir. Di demeke welê de ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê zêde bûn û gelê me di bin gefa qirkirinê de, bawer kir ku divê ew jî têbikoşe. Li ser vî bingehî di roja 15’ê Sibatê de ku di vê rojê de Rêber Apo hate dîlgirtin û gelê me weke ‘Roja Reş’ pênase dike, biryara tevlîbûnê da. Hevrêyê me dizanî ku bersiva herî baş û maqul a ji pêkanînên dewletê re bê dayîn, tevlîbûna nava refên gerîla ye û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me sala 2015’an tevlî nava refên têkoşînê bû, ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me ji bo motîveyî jiyana gerîla bibe ti zehmetî jiyan nekir û hat qadên ku xeyala wê dikir, bi xwestekek mezin tevlî perwerdeyan bû. Hevrêyê me bi perwerdeyên leşkerî û perwerdeyên îdeolojîk, di her warî de lêhêrbûnên kûr pêk anî û li dijî konsepta îmhayê ya li ser gelê me hatî ferzkirin ji bo berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne xwe amade kir. Bi taybetî bi tevlîbûna xwe ya dersên leşkerî û lêhêrbûnên xwe yên li ser taktîkên demê, tevlîbûneke mînak nîşan da. Hevrêyê me bi rengekî serketî perwerdeya xwe temam kir, derbasî qadên pratîk bû û têkildarî jiyana gerîla di gelek mijaran de tecrube bi dest xist. Hevrêyê me li gorî ruhê seferberiyê yê ku Tevgera me li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dayî destpêkirin, tevgeriya û pêşniyar kir ku biçe qadên şer lê dijwar. Di demeke welê de ku çeteyên DAÎŞ’ê û piştevanên wê li hemberî milîtanên Apoyî têkçûnên dîrokî jiyan kirin û Tevgera me bi berdêlên mezin Şoreşa Azadiyê ya Rojava parast, li dijî çeteyan şer kir. Hevrêyê me di demek kurt de di şer de tecrube bi dest xist û di warê leşkerî de bû pispor. Di gelek çalakiyên serketî de cih girt. Hevrêyê me Bahoz tecrubeyên xwe gihand hevrêyên xwe jî û ji bo pêşketina hevrêyên xwe tevkarî kir. Her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anî. Piştî wezîfeya xwe ya dîrokî temam kir, vegerî warê pîroz ê gerîla çiyayan. Li vir di akademiyê de beşdarî perwerdeyên îdeolojîk bû. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de kêmahiyên heyî nirxand û muhasebeya wijdanî kir, perwerde kir zemînê derketinên xurt. Bi perspektîfên Rêbertî û perwerdeyên îdeolojîk, bû xwedî tecrubeyeke îdeolojîk. Hevrêyê me Bahoz hesasiyeta pêvajoya ku em di nav de, dizanî û ji bo darbe li dijmin bixe israr kir. Derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû ku şer lê dijware. Bi uslubê xwe, germahiya xwe ya di têkiliyên hevrêtiyê de, baweriya xwe ya ji serketinê û tecrubeya xwe ya di taktîkên demê de, bû milîtanekî fedayî yê ji hevrêyên xwe re mînak. Di gelek xebatên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê de cih girt. Ji tîmên gerîla yên pispor heta xebatên binesaziyê, di gelek xebatan de ked da. Hevrêyê me bû yek ji fedayiyên ku rê nedaye dagirkeran.
Hevrêyê me Bahoz di her kêliya jiyanê de pêşketin esas girt û bi ti serketinê têr nedibû, her tim di lêgerînê de bû ku ya hîn baştir bike. 12’ê Çileya 2025’an li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di şerê li dijî dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Bahoz wê her tim bi tevlîbûna xwe ya pratîkî, fedakar û bi moral were bîranîn. Weke şopdarên wî em soza xwe dubare dikin ku xeyala wî ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin, li ber bîranîna hemû şehîdên xwe em bi minetdarî bejna xwe ditewînin.
CUMA GOYÎ
Hevrêyê me Cuma li navçeya Qileban a Şirnexê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî girêdayî nirxên Kurdîtiyê ye û ji eşîra Goyî ye, di temenekî zû de li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê sempatî hîs kir. Hevrêyê me di nava derdoreke welê de mezin bû ku tevî hemû zextên dewleta Tirk, ji sekna xwe ya bi rûmet tawîz neda û fikarên xwe yên destpêkê li dibistana dewletê jiyan kir. Tevî ku temenê wî biçûk bû, li dijî pêkanînên asîmîlasyonê yên dijmin bû xwedî refleks. Hevrêyê me di nava derdoreke xwedî helwest de mezin bû ku li dijî sîstema cerdevantiyê ya ku dewlet li ser gelê me yê welatparêz ê li Botanê dijî û ji sekna xwe ya welatparêz tawîz nade, ferz dike derdikeve. Bi saya exlaq û çanda ku ji malbata xwe girtî, li hemberî ti ferzkirinên dijmin serî netewand. Hevrêyê me endamê malbateke welê bû ku bi berxwedêrî û welatparêziya xwe tê naskirin. Ji ber ku malbata wî cerdevantî qebûl nekir, bi zorê hat koçkirin, vê yekê hêrsa hevrêyê me ya li dijî sîstemê hîn mezintir kir. Hevrêyê me di nava derdoreke welê de mezin bû ku her cure zext, êşkence û mirinê digire ber çavê xwe û ji rûmeta xwe tawîz nade. Di temenekî zû de rastiya dijmin dît û nas kir. Lewma dibistana dewleta Tirk terikand û ji bo debara malbata xwe tevkarî kir. Hevrêyê me hingî ku temenê wî mezin bû, jiyan hîn zêdetir lêpirsîn kir. Xwest Tevgera me hîn nêztir nas bike û fêm bike. Hevrêyê me bi biryar bû ku li ser şopa şehîdan bimeşe û zextên dewleta Tirk ên li ser gelê me qebûl nekir, ket nava lêgerînê ku tevlî nava refên gerîla bibe. Xwest bibe gerîlayekî ku di berdêla canê xwe de gelê me biparêze û di nava şert û mercên zehmet de têkoşîn meşand. Ji bo vê yekê xwe ji bo rojên ku gav bavêje jiyana gerîla, amade kir. Hevrêyê me di pêvajoya şer de lêpirsînên kûr jiyan kir û kir armanc ku têkoşîna şehîdan mezin bike, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêyê me yê ku di sala 2015’an de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe, piştî ku demeke kurt li Bakur dimîne derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Hevrêyê me yê ku beşdarî perwerdeya şervanên nû dibe, dibe yek ji ciwanê birûmet ê Kurd ê dikare xeyala xwe pêk bîne. Di pêvajoya perwerdeyê de bi saya tevlîbûna xwe ya bimoral û azweriya xwe ya hînbûnê di demeke kurt de xwe pêş dixe. Li gel dersên îdeolojîk baştir Tevgera me nas kir. Hevrêyê me yê ku her çend felsefeya Rêbertiya me ya ku hemû mirovahiyê di nava xwe de dihewîne, xwend û fêm kir û asoya wî berfirehtir dibe, di meşa xeta Apoyî de tu astengî nas nekirin û nûnertiya sekneke zelal kir. Li gel eleqeya di dersên leşkerî de û kûrbûnên mezin hewl da bibe gerîlayekî pispor. Hevrêyê me dît ku wê bikare di gerîlatiya pispor de erkên serdemî bi cih bîne û kûrbûna li ser hunera leşkerî kir armanca xwe. Piştî temamkirina perwerdeya xwe zanînên xwe di qadên pratîkî de nîşan dan û tecrûbeyên gelek girîng bi dest xistin. Li gel êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Şoreşa Azadiya Rojava û gelê me yê li Şengalê û banga Rêber Apo ya dîrokî ya li hemberî vê yekê berê xwe da van qadan. Hevrêyê me yê ku li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedaneke dîrokî nîşan dide û di gelek çalakiyên serkeftî de cihê xwe digire, di hemû waran de tecrûbe bi dest xistin. Bi cesareta xwe ya di şer de, çelengtî û fedekariya xwe barê hevrêyên xwe sivik kir. Hevrêyê me yê ku hemû erkan girêdayî tolhildana şehîdên me û mezinkirina têkoşînê digire dest, bi keda xwe ya pîroz û mezin bû milîtanekî mînak. Li hemberî hesreta xwe ya mezin a ji bo çiyayan û ji bo bicihanîna erkên xwe yên dîrokî yên li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinên yên Medyayê dubare berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medyayê ku şer lê dijwar e. Hevrêyê me Cuma, ji ber êrîşên dijmin ên bi çekên kîmyewî ku weke lekeyeke qirêj derbasî dîroka mirovahiyê bûne û dagirker li hemberî îradeya gerîlayan derbeyên mezin dixwin û têk diçin, li hemberî dijmin hêrseke mezin li cem peyda dibe. Ji bo ku vê hêrsa xwe veguherîne çalakiya tolhildanê derbasî Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dibe. Weke gerîlayekî profesyonel di gelek çalakiyên serkeftî de cih digire. Ji bo mezinkirina têkoşîna hevrêyên xwe yên di tunelên şer de li ber xwe didin û derbên giran li dijmin dixin, di hemû xebatan de dibe xwedî kedeke mezin. Bi berpirsiyariyeke mezin beşdarî xebatên binesaziyê yên li qadan û tunelan dibe û erkên xwe bi cih tîne. Hevrêyê me Cuma bi jiyana xwe ya mutewazî hevrêtiya xwe ya bihêz û dilsoziya xwe ya kûr a ji bo şehîdan bandoreke mezin li hevrêyên xwe yên têkoşînê dike.
Hevrêyê me Cuma, di 12’ê Çileya 2025’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di çalakiyeke li dijî dijmin de li gel hevrêyên xwe Bahoz û Şiyar tevlî karwanê nemiran dibe. Hevrêyê me Cuma bi kesayeta xwe ya fedaî û berxwedana xwe dîrokî navê xwe li dîroka azadiya gelê me bi tîpên zêrîn da nivîsandin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê erk û berpirsiyariyên ku hevrêyê me Cuma dewrî me kirine di şexsê wî de bi hişmendiya layiqbûna hemû şehîdên xwe bi cih bînin.
ŞIYAR KURDISTAN
Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi welatparêziya xwe ya mezin û berxwedêriya xwe tevî hemû êrîşên dijmin jî kariye çanda xwe ya dêrîn biparêze. Hevrêyê me Şiyar li bajarê Mahabadê ku bi kokên wê yên dîrokî û ruhê wê yê serhildanê tim zindî ne, ji dayîk dibe, bi hişmendiya welatparêziyê mezin dibe. Dilsoziya malbatawî ya ji nirxên me re û tevlîbûnên ji derdora wî yên ji bo Partiya me ji hevrêyê me Şiyar re dibin derfet ku hê di zarokatiya xwe de Tevgera me nas bike. Hevrêyê me yê ku bi çand û exlaqê ji malbata xwe distîne mezin dibe, tevî ku neh salan diçe dibistanên rejîmê jî tim karî nirxên xwe biparêze. Hevrêyê me piştre dev ji dibistanên rejîmê berdide û ji bo debara malbata xwe şivantiyê dike. Hevrêyê me Şiyar di dema şivantiyê de gelekî ji xweza û çiyayên Kurdıstanê hez dike û mekanên gerîlayan ên pîroz mereq dike. Tim xeyala rojên tevlîbûna nava refên gerîlayan dike. Şer û fedaîbûna gerîlayan ên ji bo Kurdistaneke azad dibin sedem ku hevrêyê me Şiyar bikeve nava hin lêpirsînan. Hevrêyê me her çend zulma netewedewletan a li ser gelê me ya li çar perçeyên fêm dike ji bo tevlîbûna nava Tevgera me lêgerînên xwe zêde dike. Bi taybetî jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê yên li serdestkeftiyên gelê me, ji têkoşîna gerîlayên ku bi fedaî li ber xwe didin û gelê me diparêzin hêzeke mezin digire. Hevrêyê me yê ku pê dihese ku îradeya Apoyî tu têkçûnan qebûl nake û bes berê xwe dide serkeftinê, di hemû waran de dest bi lêpirsînên wijdanî dike. Firotina jinên Şengalî ya li bazaran, berxwedana li Kobanê ya destanî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Berxwedana Rêveberiya Xweser ên hovane ji bo hevrêyê me dibin egerên tevlîbûnê. Hevrêyê me Şiyar di dema ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş zêde dibin û ji bo tasfiyekirina gerîlayan operasyon tên lidarxistin de tevlî nava refên gerîlayan dibe.
Hevrêyê me yê ku di sala 2017’an de digihîje qadên ku xeyala wan dike, jiyana gerîlayan û xwezaya Kurdistanê bandoreke mezin lê dikin. Perwerdeya şervanên nû li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibîne. Bi terzê xwe yê pirskirinê yê di perwerdeyan de ji xwe re dike armanc ku bibe gerîlayekî pispor. Hevrêyê me Şiyar pêvajoya perwerdeyê ji bo xwe dike zemîna pêşketineke nû. Li gel analîzên Rêbertiya me yên têkildarî kesateyiyê û dersên ku distîne dikeve nava lêpirsînên mezin û bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe temam dike. Bi hêza ku ji perwerdeyan digire derbasî qadên pratîkê yên lê derfeta pêkanînê bi dest bixe, dibe. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, zindî û berxwedêr tevî ku gerîlayekî nû ye jî gelek erkên dijwar bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Hemû kêliyên jiyanê di çarçoveya perwerdeyê de nirxand, ji tecrûbeyên hevrêyên xwe sûd wergirt, bi xwe ew pêk anîn û li gel şer xwe pêş xist. Hevrêyê me Şiyar ji bo ku di şerê heyî de bi awayekî çalak cih bigire xwe pêşniyar dike. Weke milîtanekî Apoyî ji bo ku terz û tempoya Rêbertiyê di kesayetiya xwe de biafirîne bû xwedî kedeke mezin. Girêdayî vê yekê hevrêyê me ku dixwaze beşdarî Hêzên Taybet bibe, ji bo ku armancên xwe pêk bîne kedeke mezin nîşan dide. Di pêvajoya ku milîtanên Apoyî yên fedaî li Herêmên Parastinê yên Medyayê derbên mezin li dagirkeran dixin û li seranserê cîhanê têkneçûyîna îradeya Apoyî didin îspatkirin de beşdarî perwerdeyên Hêzên Taybet dibe. Hevrêyê me yê ku dizanîbû pêvajoya şerê dijwar yê heyî tevlîbûneke fedaiyane hewce dike, sekneka xwe ya fedaî li hemû deveran nîşan da. Di pêvajoya perwerdeyê de tevlîbûneke hevsengî îdîaya fedaîbûnê nîşan da û xwest ji pêvajoyê re bibe bersiv. Şehîdên me yên ku bi çalakiyên xwe navên xwe li dîroka têkoşîna me dane nivîsandin, ji xwe re kirin rêber. Hevrêyê me yê ku bi saya perwerde û kûrbûnên ku di bin sîwana Hêzên Taybet de li cem peyda dibin terzê fedaîbûnê bi dest dixe, derbasî Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dibe ku lê şerekî dijwar heye.
Hevrêyê me yê ku bi sekna xwe ya mutewazî ya di jiyanê de, tecrûbeyên xwe yên di terzê şerê gerîlayan ê serdema nû de û bi tevlîbûna xwe ya fedaî di gelek çalakiyan de cihê xwe digire, di hemû hemû derbeyên li dijmin dixe de tola hevrêyên xwe stand. Hevrêyê me Şiyar ku ji bo hevrêyên xwe dibe çavkaniya hêz û moralê, di 12’ê Çileya 2025’an de li hemberî dijmin bi lehengî li ber xwe dide û tevlî karwanê şehîdan dibe. Em diyar dikin ku em ê azweriya têkoşîna hevrêyê xwe Şiyar jixwe re mînak bigirin û hemû caran bîranîna şehîdên xwe zindî bigirin û soza pêkanîna xeyalên şehîdên xwe didin.’’