‘Tundiya li ser jinê tê wateya tundiya li ser tevahî civakê’

Endama Kordînasyona Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fehîma Hemo destnîşan kir ku rola Kongreya Star têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye û got: “Tundiya li ser jinê tê wateya tundiya li ser tevahî civakê.”

Endama Kordînasyona Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fehîma Hemo der barê xebatên Kongreya Star ên li herêmê axivî. Hemo diyar kir ku jin li taxa Şêxmeqsûd xwedî dîrokeke dirêj a berxwedanê ne û got: “Bi destpêka şoreşa Sûriyeyê dest bi têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî hemû polîtîkayên ku jinan hedef digirt, kirine.”

Hemo diyar kir ku jinan di sala 2011’an de dema ku li Sûriyeyê şoreş dest pê kir dest bi xebatên rêxistinkirina jinan kirine û wiha axivî: “Bingeha birêxistinkirina jinan bi ramana rizgariya jina Kurd re hatin avakirin û li ser vê bingehê jin di nava komên biçûk de dest bi rêxistinkirina xwe kirin. Di wê demê de jinên ku di nava vê rêxistinê de kar dikirin, dibûn hedef. Şehadeta rêheval Gulê Selmo yek ji jinên yekemîn bû.  Di encama şehadeta wê de hemû jin rabûn ser piyan û bi rêya Mala Jinê dest bi rêxistinkirina xwe kirin.” 

JIN DI HEMÛ QADAN DE PÊŞENG IN

Hemo anî ziman ku niha bi hezaran jin berê xwe didin Mala Jinê û berê xwe didin Kongreya Star, ev girêdan vala derneket. Bi domdarî Hemo, wiha got: “Piştî têkoşîna jinê li ser fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan a bi salan hatiye avakirin. 45 sal in jin di hemû qadên siyasî, aborî û leşkerî de cihê xwe girtine. Di Şoreşa Rojava de ku navê wê Şoreşa Jinê lê kirin, jin di hemû qadan de pêşeng bûn. Bi taybetî jina ku li hemberî DAÎŞ’ê sekinî, dikarîbû ku rêya siyasî û leşkerî bi temamî biguherîne.  Her wiha şehadeta rêheval Arîn Mîrkan hişt ku jin rêya azadiyê berdewam bike.” 

JINÊN EREB JÎ TEVLÎ XEBATAN DIBIN

Hemo di berdewamiya axaftina xwe de qala têkoşîna jinên Ereb di nava rêxistinê de kir û wiha domand: “Jinên Ereb ji ber serweriya adet, urf û zagonên eşîrî yên li ser jinan û bandora olê hemû mafên wan hatibûn desteserkirin. Lê wan hemû astengî têkbirin, şikandin û tevlî rêxistinê bûn. Jinên Ereb ên li taxa Şêxmeqsûd li kêleka jinên Kurd bi êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker rû bi rû man. Her wiha me dît ku çawa jinên Ereb di hemû qadan de li kêleka jinên Kurd bûn.” 

HER ROJ LI DIJÎ TUNDIYÊ TÊDIKOŞIN

Hemo têkildarî roja tundiya ser jinan de jî ev tişt anî ziman: “Em Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi çalakiyan pêşwazî dikin. Lê rola me ya jinên Kongreya Star, xebata me ne tenê di rojek û mehekê de ye. Divê em her roj têbikoşin û li ber xwe bidin. Ji ber ku jin bingeha civakê ye. Eger tundî li ser jinê bê kirin, wê demê hemû civak rastî tundiyê tê. Ji ber jin ji ber zîhniyeta ku li ser wê û civakê tê ferzkirin statû û rola xwe ya bingehîn di naskirina cewherê xwe de winda dike û li ser vê bingehê me gelek çalakî bi meş, civîn û waneyên ku mijara wan ‘Tundiya li ser jinê çi ye rola jinê di nava civakê de çi ye’ li dar xistin.” 

ÇAR MIJARÊN BINGEHÎN DIVÊ BAŞ BÊN FÊMKIRIN

Hemo anî ziman ku peywira wan yek jê guhertina hişmendiya mêran e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo guhertina zihniyeta mêran jî perwerde tên dayîn, ev hemû tişt ji bo jinê gavên erênî û cidî ne. Rêbertî dibêje; ‘Dema ku hûn rastiya çar mijarên jin, civak, netewe û welat analîz bikin û fêm bikin, wê demê hûn fêm dikin ku azadî ji bo we çi ye’. Em jî dibêjin ku me gelek têkoşîn kir û li ber xwe da, divê em zihniyeta civakê bi giştî biguherînin. Lê em nikarin di demeke kin de vê zihniyetê biguherînin. Ji ber ku gelek sal in koka wê heye. Bi rêya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser bîngeha hevserokatiye di navbera jin û mêr de hatiye avakirin. Heta em bigihêjin avakirina malbateke demokratîk em ê bênavber têbikoşin.”