Tûncel û Irmak: Berxwedan wê bi ser bikeve

Siyasetmedarên Kurd Sebahat Tûncel û Selma Irmak ku li dijî tecrîda Îmralî di greva birçîbûnê de ne, gotin ku; “Berxwedan wê bi ser bikeve. Şikandina tecrîdê wê destpêka pêvajoyeke nû be.”

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel û parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ev 96 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Tûncel û Irmak têkildarî berxwedanê peyam şandin. Tûncel û Irmak di 15’ê Çileyê de beşdarî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûbûn.

TÛNCEL: EM Ê BI SER BIKEVIN

Peyam Tûncel û Irmak wiha ye;

Sebahat Tûncel; “Bi hêvî me ku ev pêvajoya berxwedanê ya ku gelek hevrêyên jin beşdar bûne û bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin, wê bi serbikeve. Îro polîtîkaya îzolasyon, tecrîd û ‘hiqûqa taybet’ li Îmralî di şexsê rêzdar Ocalan de tê kirin, li ser hemû gelên Tirkiyeyê tê pêkanîn. Şikandina tecrîdê ne tenê ji bo gelê Kurd wê ji bo gelên Tirkiyeyê jî bibe destpêka pêvajoyeke nû.”

IRMAK: TECRÎD BANDORA XWE LI SER HEMÛ CIVAKÊ DIKE

Selma Irmak; “Hemû cîhan, dostû dijmin baş dizanin ku rêzdar Abdullah Ocalan ne kesek e; gelek e, mafê netewa demokratîk, her kesê ku ji azadiyê, mafên mirovan, aştiyê bawer dikin û lêgerîna heqîqetê dikin e. Sîstema tecrîda mutlaq a li Îmralî ku 20 sal e tê kirin sîstema teslîmgirtin, çonkdanîn, cendereya li ser roja îro ya hemû civak û pêşerojê ye. Lê wê encam ne girtiye û wê encam jî negire.”