Tûncel: Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku dîl girtî ye got, "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye" û xwest tecrîdkirina Ocalan biqede û derfetên tenduristî, ewlekarî û azadiyê jê re bên dayin.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, bi navê girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê dîl tên girtin, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê nameyeke nivîsî.

Tûncel diyar kir, jin ji bo paşeroja xwe bi destê xwe ava bikin li her devera cîhanê xwe bi rêxistin dikin û got, "Jin bi tevnên piştevaniyê bi bîr dixînin ku em bi tenê nînin. Dadikevin qadan û jiyanê, azadiyê, aştî û edaletê dihûnin."

Tûncel got, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, yek ji daxwazên herî girîng ên jinan aştî ye û wiha dewam kir: "Bi taybetî dema mirov bala xwe didin ser şerê li erdnîgariya me diqewime, dibînin ê daxwaza aştiyê çiqasî lezgîn û girîng e. Şer dibe sedem ku tundiya fîzîkî û zayendî ya li jinê zêde bibe, xizanî û koçberiya bi darê zorê rû bide, xweza, cih û warên jiyanê talan bibin, mafê jiyanê bê talankirin û paşeroja jin û zarokan tarî bibe. Ji ber vê yekê, daxwaza paşerojeke ewle ji bo aştiyê û têkoîna aştiyê, beşek ji têkoşîna azadiya jinê ye. Aştî ne tenê bêdengbûna çekê ye; aştî misogerkirina jiyaneke wekhev, demokratîk û azadîparêziya ekolojîk e."

Tûncel işaret bi çareseriya demokratîk, azadîparêz û aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê kir û got, "Têkoşîna aştiyê ya ku jin pêşengiyê jê re dike wê aştî û biratiyê ji gelan re bîne. Lewma em bawer in ku gelên Tirkiyeyê wê piştgiriyê bide têkoşîna aştiyê ya jinan ku bi pêşengiya hevrêya me Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan dest pê kiriye. Em çalakiya Guven silav dikin.

Em dibêjin, 'Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye' û diyar dikin, divê tecrîdkirina Birêz Ocalan tavilê biqede. Şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiya Birêz Ocalan ji bo aştiya civakî girîng in."

Tûncel herî dawî ragihand ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê bi milyonan jin li dijî şer, tundî, destavêtin, destdirêjî, newekhevî, mêtingerî, faşîzm û dîktatoriyê dengê xwe bilind dikin û got, "Bi navê girtiyên siyasî yên jin ên li zindana Kandirayê, em silavên xwe ji xwişkên xwe yên dadikevin qadan, li ber xwe didin û dibêjin 'Jin jiyan azadî' dişînin."