Tuncel: Êrîşên nîjatperestî yên li ser me jî zêdetir bûne

Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel a ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve rehîn hatiye girtin, bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û diyar kir ku li gel zêdebûna êrîşên nîjatperest ên li derve li hundir jî li ser wan zêdetir bûne.

Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a li Girtgîeha Kandiranê tê ragirtin, piştî hevdîtina bi parêzerên xwe re bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan.

Tuncel di hevdîtinê de destnîşan kir ku ji 28’ê Tîrmehê û vir ve di her hejmartina sibeh û şevê de davêjin ser qawîşan, vê yekê bi sîstematîk didomînin. Tuncel destnîşan kir piştî 7’ê Tebaxê li hember mehmûrên hewl didin provakasyonan bikin, nerazîbûn hate nîşandian, dema bêhnvedana derve zorî bikar anîn û ew xistine qawîşan.

Tuncel bal kişand ku şidet li hemberî wan hatiye bikaranîn, di vî warî de nameya ku ji bo Wezareta Edaletê hatiye şandin jî, hatiye desteserkirin. Tuncel diyar kir ku wê li dozgeriyê gilî bikin.

Tuncel anî ziman ku êrîşên nîjatperest ên demê dawî zêdebûne, li ser wan jî zêdetir bûne, ji ber binpêkirinên mafan banga hestyariyê kir.