Tulay Hatîmogûllari: Hevdîtin têrê nake, divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulah Hatîmogûllari got, "Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin û şert û mercên fîzîkî ji bo Birêz Ocalan bêne afirandin ku karibe ji bo aştiya li tevahiya Rojhilata Navîn bixebite."

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ji bo kongreya xwe ya asayî ya ku 12'ê Çileyê li Enqereyê pêk bîne, karên xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de li Amedê civîneke gel a girseyî hate lidarxistin. Civînê bi gerandina govendê destpê kir. Nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li civînê axivî û şoreşgerên jin û aktîvîstên li Parîs û Şirnexê hatin qetilkirin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar bi bîr anî.

KOBANÊ NEKET, WÊ NEKEVE!

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û got, "Cîhan tev lê temaşe dike. Ev yek bandorê li ser tevahiya cîhanê dike ne tenê li ser Rojhilata Navîn. Piştî ku rejîm li wê derê hate guhertin, demokrasî nehat. Ji ya xerab xerabtir hat. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xaka Rojava dibe hedefa gelek opreasyonên çeteyên dewleta Tirk ên SMO'yê. Niha yên ku digotin 'Kobanê li ber ketinê ye, dikeve' careke din geş bûne. Ji bo Kobanê bikeve çi ji destê wan tê dikin. Lê belê xelkê Kobanê çawa ku berê li hemberî barbariya DAÎŞ'ê têkoşiya û rê neda, bi heman rengî têdikoşe. Kobanê neket, wê nekeve. Bila ev yek bibe ders ji yên ku dixwazin bixîne."

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku ji bo Sûriyeyê modela çareseriyê rêveberiya xweseriya demokratîk a bi pêşengiya Rojava ye û got, "Ji bo Rêveberiya Xweser a li Rojava ava bûye bibe xwedî statuyeke fermî, divê em têkoşîna xwe hîn mezin bikin."

DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊNE VEKIRIN

Tulay Hatîmogûllari serdana heyeta DEM Partiyê ya li Îmraliyê bi bîr xist û got, "Ez dixwazim du, sê nuqteyên ku Birêz Ocalan ji heyeta me re gotin, bi we re parve bikim. Me daxuyaniya ji 7 xalan dan, bêguman we şopandin. Birêz Ocalan vê dibêje, 'Divê her kes bûyerên li Sûriyeyê ji nêz ve bişopîne. Divê her kes bûyerên li Xezeyê, li Fîlîstînê ji nêz ve bişopînin. Dema ku mirov bala xwe didin ser lîstikên ku hêzên emperyalîst îro dixwazin li herêmê bilîzin, tê dîtin ku dixwazin Tirkiyeyê, Kurdistanê û herêmên din, her derê bikin mîna Xezeyê. Ji ber vê yekê divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Ji ber vê yekê divê aştiyeke bi rûmet bê îmzekirin'. Em li pişt vê gotinê ne. Tiştekî din ji me re ragihand, weke qasidekê em dixwazin ji we re ragihînin. Got, 'Ez silav û hezkirinên xwe ji gelê me yê bi rûmet re dişînim ku ti carî dest ji têkoşînê berneda û kir ku deriyên Îmraliyê bê vekirin'. Gelê Kurd li gel êrîş û şerê zêdeyî 40 sal in dewam dike, li 4 parçeyên Kurdistanê têkoşîna hebûnê meşand û mezin kir. Eger niha gihîştibe wê astê ku li Rojava dikare Rêveberiya Xweser ava bike, di vir de serketineke girîng a gelê Kurd heye. Em di kêliyên dîrokî de ne. Di van kêliyan de ya em ê bi rengekî erênî aştiyê ava bikin, yan jî bi rengekî neyînî wê her der bibe mîna Xezeyê. Lewma em dixwazin ji vê derê bang li aqlê dewletê bikin; hevdîtina li Îmraliyê têrê nake, divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin, ji bo Birêz Ocalan karibe ji bo aştiya li tevahiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bixebite, şert û mercên fîzîkî bêne afirandin."