Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyê agahiyên li ser berxwedana li Tişrînê parve kir. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Tevî desteka balafirên bê mirov ên Tirkiyeyê û tevî bikaranîna panzêr û obîsên giran jî, lê hêzên me li gelek eniyan windahiyên mezin gihandin hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê; hejmarek çete hatin kuştin, erebeyên wan ên zirxî, cihekî radarê hatin rûxandin û nuqte û kombûnên wan hatin hedefkirin.
Ji êvara roja Yekşemê heya sibeha roja Duşemê ve, balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî li asîmanên gundewarê Bendava Tişrînê digeriyan. Di heman demê de herêm bi obîsên giran û moşekên grad dihat topbarankirin.
Roja Şemiyê saet 13.00ˈan ê piştî nîvro, hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên Elûş û Til Erîş kirin. Hêzên me bersiva êrişê da û erebeyeke veguhestina leşkeran wêran kir. Her wiha kombûneke çeteyan ji aliyê Yekîneyên Şehîd Harûn ve hat hedefkirin. Li vir şer derket ku 2 saetan dewam kir. Bi qasî hatî tesbîtkirin 2 çete hatin kuştin û yên din ji qada şer reviyan. Hêzên me piştî êriş şikandin bi çekên giran li kombûnên wan dan. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan û zerarên ku li wan bûne, nehat zanîn.
Erebeyeke leşkerî ya dijmin ku hewl dide ber bi nuqteyên şervanên me pêş de were ji aliyê Yekîneyên Şehîd Harûn ve hat rûxandin. Em ê piştre dîmenê hedefkirina erebeyê parve bikin. Her wiha mayînek bi erebeyeke çeteyan ve teqiya, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat tesbîtkirin.
Hêzên me di şer û pevçûnên li Girê Syriatel de 2 erebeyên zirxî yên çeteyan rûxandin û erebeyeke veguhestina leşkeran jî îmha kir, di encamê de hejmarek çete hatin kuştin. Cenazeyên çeteyan hîna li erdê ne.
Yekîneyên Şehîd Harûn bi giştî li 27 nuqete, kombûnerebeyên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin. Di nav de navendeke radarê, erebeyeke zirxî, 5 erebe rûxandin û li 21 nuqte û kombûnên çeteyan xistin. Di encamê de hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn."