TJK-F'yê ji bo Jîna Emînî banga çalakiyê kir

Li Fransayê jin li gelek bajaran bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê "polîsên exlaqî" yên Îranê ve, çalakiyan li dar dixin.

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) ji bo Jîna Emînî ya ku hefteya borî li Îranê ji ber hinek porê wê xuya bûye bi êşkenceyê ji aliyê “polîsên exlaqî” ve hat qetilkirin, di 24’ê Îlonê roja Şemiyê de li gelek bajarên Fransayê çalakiyên protestoyî pêk tînin.

TJK-F'yê bang li hemû jinan, rêxistinên mafên mirovan, hêzên demokrasî û azadiyê kir ku beşdarî çalakiyên roja Pêncşemê (Îro) li Remsê û roja Şemiyê li Parîs, Bordeaûx, Marsîlya û Strasboûrgê bên lidarxistin bibin.

TJK-F'yê got, "Jîna (Mehsa) Emînî ku ji bajarê Seqiz ê Rojhilat tevî malbata xwe diçe Tahranê, ji aliyê polîsên exlaqî yên dewleta Îranê ve bi hinceta ku li gorî rêgezên heyî serê xwe negirtiye, bi êşkencê hat destgîrkirin û hat qetilkirin.” TJK-F’yê diyar kir ku dewleta Îranê li dijî çalakvanên jin ên ku nerazîbûn nîşanî vê komkujiyê dane jî êşkence û girtinên xwe domandiye û wiha got: “Îran ji bo bêdengkirinê komkujiyê berdewam dike.”

TJK-F’yê bang li jinan kir ku berxwedana bilind a li Îranê li her derê bimeşînin û di şexsê Jîna Emînî de bibin dengê jinên Îranê. TJK-F’yê bang li mafên mirovan û raya giştî ya navneteweyî jî kir.

TJK-F’yê careke din diyar kir ku qetilkirina Jîna bi kîn û nefret şermezar dikin û got, “Em serhildana jinan a li dijî vê hovîtiya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê silav dikin. Em bang li hemû tevgerên jinan, saziyên şoreşger û demokratîk, di serî de jinên Kurd dikin ku beşdarî çalakiyên roja Şemiyê li seranserê Fransayê bên lidarxistin bibin.”

TJK-F’yê plansaziya çalakiya xwe wiha ragihand:

Bordeaux

Place de la comêdie

Şemî saet: 14.00

Marseille

Place Canabier

Şemî saet: 14.00

Paris

Châtelet Les Halles

Şemî saet: 19:00

Strasbourg

Şemî

Rems

Pêncşem