TJK-F: 25'ê Mijdarê roja mezinkirina têkoşînê ye

TJK-F'yê diyar kir ku ew 25'ê Mijdarê weke rojeke bê pîrozkirin nabînin û ji bo wan rojna mezinkirina têkoşînê ye. TJK-F'ê bernameya çalakiyên li Fransayê eşkere kir.

Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew îsal bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê em civaka azad biparêzin" pêşwazî dikin.

TJK-F'yê diyar kir ku li gelek welatan tundî, destavêtin, destdirêjî û komkujiya li jinan bi rêk û pêk dewam dikin û destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên serweriya mêr, divê jin hebûn û azadiya xwe mezin bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "25'ê Mijdarê ji bo me ne ew roj e ku bê pîrozkirin, lê belê rojeke ku divê em têkoşîn û piştevaniya li dijî vê zîhniyetê mezin bikin."

Di daxuyaniyê de kampanya '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' a TJK-E'yê hate bibîrxistin ku wê 25'ê Mijdarê dest pê bike û banga xwedîderketina li vê kampanyayê kir.

Ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê jî banga tevlîbûnê hate kirin. Di daxuyaniyê de têkildarî bernameya çalakiyan ev agahî hatin dayin:

20'Ê MIJDARÊ

Toulouse
Saet: 18:30
Cih: Qada Capitole

21'Ê MIJDARÊ

Rennes
Saet: 14:00
Cih: Charles de Gaulle

Mulhouse
Saet 14:00
Cih: Porte Jaune