Meha Tebaxê tundiya mêr: 31 jin û 5 zarok hatin kuştin

Meha Tebaxê li tevahiya Tirkiyeyê herî kêm 31 jin û 5 zarok di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên ku JINNEWS'ê weşand, meha derbasbûyî 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 3 zarok jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî raporê di nava bajarên ku jin lê hatin qetilkirin bajarên mezin Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya û Mersîn jî hene. Bi giştî li 21 bajaran jin hatin kuştin. Li Stenbolê 4, li Konyayê 3 jin hatin kuştin.

Piraniya jinên hatin qetilkirin ji aliyê mêr ên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. 6 jin ji aliyê mêr ên pê re bûn, 8 jin ji aliyê mêr ên pê re zewicî bûn û jin ên din ên hatin qetilkirin jî ji aliyê neviyên xwe, xizmên xwe, hevserên xwe yên li ber cihêbûnê bûn, bav û birayên xwe ve hatin kuştin.