TJK-E'yê li dijî tundiya mêr banga têkoşînê kir

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bal kişand ser tundiya mêr a li jinê ku di pêvajoya pandemiyê de zêde bûye û li dijî vê yekê bang kir ku têkoşîn bê mezinkirin.

TJK-E'yê bi bîr xist, ku di destpêka meha Gulanê de li Elmanyayê hewl hatiye dayin jineke Kurd bê qetilkirin û destnîşan kir, tundî ji ku tê bila bê divê bê şermezarkirin.

TJK-E'yê diyar kir, ji tundiya li dijî jinê, "vîrûsa erk û mêr" berpirsyar e ku îdeolojiya sîstema baviksalariyê ye.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku di rapora Neteweyên Yekbûyî ya îsal de ya bi navê "Malbata li nava cîhana guhertî" hate destnîşankirin ku ji bo jinê devera herî metirsîdar mal e.

TJK-E'yê her wiha bi bîr xist ku li gorî daneyên tên eşkerekirin, li cîhanê rojane 137 jin, salane jî 50.000 jin bi destê mêr ên nêzî xwe tên kuştin û diyar kir, "Lê belê tê zanîn ku hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e. Erka ku bi zîhniyeta serdest a mêr bi jehrê ketiye bi rengekî bênavber li dijî jinê şer dike, êriş dike û komkujiyan dike."

'HER JINA KU TÊ QETILKIRIN JI ME YE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku her roj jin ji aliyê hevser (berê) yan jî partnerên xwe ve tên qetilkirin û hate gotin, "Herî dawî 1'ê Gulana 2020'an li Hambûrgê aktîvîsta polîtîk Meryem Ş. a Kurdistanî bû hedefa hevserê xwe yê jê cihê bûbû. Hevserê wê yê berê destpêkê kêr lê da û piştre jî benzîn lê kir û hewl da li pêş çavên zarokên wê wê bikuje.

Jin û zarokek wê li nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Em vê hewldana hovane ya komkujiyê şermezar dikin. Her wiha 2'ê Nîsanê li bajarê Kasselê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin. Bêguman Kurdistanîbûna jinên dibin hedefa tundiyê ji bo me sedema bingehîn a têkoşînê ye. Lê belê koçber, Kurd, Elewî, Êzidî, Misilman, Elman an jî nasnameya xwe çi dibe bila bibe jina ku tê qetilkirin an jî dibe hedefa êrişê ji me ye û em hemû jê berpirsyar in."

SÛCÊ RÊXISTINKIRÎ Û RÊXISTINA TUNDIYÊ

TJK-E'yê destnîşan kir ku li dijî vî sûcê rêxistinkirî û rêxistina tundiyê barê dikeve ser milê jinan ew e ku rêxistina xwe xurt bikin û bingeha komkujî û tundiyê ji holê rabikin. Her wiha li dijî kesê tundiyê dike, kî dibe bila bibe, divê em bêdeng nemînin, li dijî vê yekê xwe bi rêxistin bikin, xweparastinê xurt bikin."