TJK-E’yê li dijî çanda tecawiza dewletê banga berxwedanê kir

TJK-E: Bloka faşîst a AKP û MHP’ê bi çanda tecawizê ya feraseta mêrserwer a êrîş û polîtîkayên îmhayê yên li ser Kurdistanê didomîne. Li hemberî çanda tecawizê ya dewletê em banga berxwedanê li hemû kesan dikin.

Daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) wisa ye:

“Bloka faşîst a AKP û MHP’ê bi çanda tecawizê ya feraseta mêrserwer a êrîş û polîtîkayên îmhayê yên li ser Kurdistanê didomîne. Erdogan û hevkarên wî ne bi tenê li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşan dike. Serbaz û leşkerên tecawizkar ên ku wî li Kurdistanê bi taybetî peywirdar kiriye, diyar dike ku konsepta şer çiqasî kûr û ji navendekê tê birêvebirin. Çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku li Êlihê bi awayekî sîstematîk tecawizî jinekê kiribû, gotibû ‘Tiştek nayê serê min’ û piştre jî Soysûz xwedî li wî derketibû. Piştre jî li Wanê derketibû holê ku serbazekî tecawizî jineke 17 salî kiribû. Ev jî diyar dike ku polîtîkaya tecawizê di dewrê de ye. Erdogan ê ku fermana tecawizê daye, her dem jin û gelên berxwedêr kiriye hedef.

Paradîgmaya azadiya jinê ya Rêbertî roj bi roj dikeve meriyetê û hêviya afirandina jiyana alternatîf li cîhanê zêde dike. Li Tirkiyeyê jî ligel ku zext li civakê tê kirin û mirov tên girtin, Erdogan û faşîzma ku ew temsîl dike li hemberî têkoşîna jinên Kurd wê hilweşe.

Li hemberî çanda tecawizê ya dewletê, jinên Kurdistanê di serî de em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin.

Bi berxwedana jinan re wê mirovayetî bi ser bikeve. Bêdengiya li hemberî çanda tecawizê tê wateya şirîkatiya sûc. Tecawiz polîtîkaya dewletê ya Erdogan e.”