TJK-E'yê ji bo çalakiyên Şemiyê banga tevlîbûnê kir

TJK-E'yê ragihand ku bi desteserkirina bi rêya qeyûm êrîş li sîstema hevserokatiyê hatiye kirin û ji bo çalakiyên 24'ê Tebaxê yên Şemiyê banga tevlîbûnê hate kirin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) der barê desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya nivîskî de hate ragihandin ku bi desteserkirina şaredariyan re îradeya gel ji nedîtî ve hatiye û êrîş li dijî sîstema hevserokatiyê hatiye kirin ku yek ji destketiyên jinan e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev yek dijminatiya li Kurdan û demokrasiyê ye, hewldanek ji bo înkarkirina mafên gelê Kurd e û daxwaza berfirehkirina dagirkeriyê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê mafên xwe yên ku bi berdêlên mezin hatine afirandin biparêzin û bi îradeya xwe ya xurt li her deverê li qadan têbikoşin.

Di daxuyaniyê de bang li jin, ciwanan û hemû saziyên demokratîk û şoreşger hate kirin ku Şemiyê beşdarî çalakiyên li Ewropayê bibin.