TJK-E'yê banga tevlêbûna li çalakiyan kir

TJK-E'yê qurbaniyên Fermana Şengalê bi bîr anî û bang li hemû jinan kir ku tevlî çalakiyên 1-2 û 3'yê Tebaxê yên li Ewropayê bibin.

Tevgera Jina Kurd a Ewropayê têkilî salvegera Fermana Şengalê banga tevlêbûna li çalakiyan kir.

TJK-E'yê qurbaniyên Fermana Şengalê di salvegera 7'an a qirkirinê de bi bîr anî, diyar kir ew deyndarî wan jin û mêran in ku li dijî qirkirinê di berxwedanê de şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin,''Em TJK-E heta ku 3'ye Tebaxê li hemû cîhanê weke roja qiririnê were qebûlkirin, heta Êzîdiyên ku ji xaka xwe hatine qutkirin dîsa li Şengalê vegerin, heta ku bi hezaran jinên Êzîdî yên winda werin rizgarkirin û rêxistiniyê û xweparastinê bikin parçeyek ji jiyana civaka Êzîdî em ê têbikoşin.''

TJK-E'yê bi berdewamî got, ''Di salvegera qirkirinê de em ê li qadan li dijî komkujiyan hêrsa xwe diyar dikin. Li ser van xakên dêrîn ên mirovahiyê ji bo ku em deyndê xwe yê minetdariyê ji bîr nekin û nedin jibîkirin em bang li hemû jinan dikin ku tevlî çalakiyên 1-2 û 3'yê Tebaxê yên li asta Ewropayê bibin.''