TJK-E: Li hemberî êrîşan em seferber bibin

TJK-E: Li hemberî armancên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst divê em hêza xwe bikin yek.

TJK-E’yê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Mexmûr û Şengalê bang kir ku divê her der bibe qada çalakiyan.

Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) derbarê êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê peyamek weşand. Di peyama TJK-E’yê ev der tişt hatin diyarkirin.

“Artêşa Tirk a dagirker li dijî Mexmûr û Şengalê êrîş dane destpêkirin. Mexmûr û Şengal di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye. Erdoganê qatil qadên sivîlan bomberdûman dike.

Li hemberî armancên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst divê em hêza xwe bikin yek.

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li hemberî van êrîşan seferber bibin û li her qada ku lê ne, çalakiyan li dar bixin.”