TJK-E: Li dora Leyla Guven em bibin xelek û berxwedanê geştir bikin

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) banga xwedîderketinê li Hevseroka KCD Leyla Guven ku ev 72 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye û got; “Em li dora Leyla Guven bibin xelek”.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got; “Berxwedana dayikek, jinek, siyasetmedareke Kurd û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven di dîroka berxwedanê ya jinên Kurd û gel de pêvajoyeke nû îfade dike.”

Daxuyaniya TJK-E wiha ye;

“Bi teqez ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me Abdullah Ocalan Leyla Guven ev 72 roj e di greva birçîbûnê de ye. Berxwedana dayikek, jinek, siyasetmedareke Kurd û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven di dîroka berxwedanê ya jinên Kurd û gel de pêvajoyeke nû îfade dike.

Yên ku di gotinê de xwe weke nûnerên demokrasî û mafên mirovan didin nîşandan li beramberî vê berxwedanê her çiqas rolê sê meymûnan bileyzin jî jinên Kurd, gel û dostên wan wê bibin dengê Leyal Guven.

Rewşa Leyal Guven ketiye qonaxa kritîk. Îro divê em li dora Leyla Guven berxwedanê geştir bikin. Her derê em veguherînin qada çalakiyê û bibêjin ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne’ û dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Berxwedana jinên Kurd her demê serketiye û îro jî roj roja berxwedana mezin e.

Roj roja geşkirina berxwedanê û li dora Leyla Guven bûyîna xelek e.

Li ser vê bingehê serî de em bang li jinan û hemû gelê xwe dikin ku berxwedanê geştir bikin.”