TJK-E: Ji faşîzma Erdogan re ‘No Pasaran’

KJK-E: Kurdan, jinên Kurd çawa li Kobanê ji bo nirxên mirovahiyê bi canê xwe parastin, îro têkoşîna tê kirin têkoşîna parastina projeya ji nû ve avakirina xwerêveberiya demokratîk e.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa ku daxuyaniyek nivîskî da, wiha got: “Arîn Mîkan, çalakiya li dijî DAIŞ’ê lidar xistî, bû sembola şoreşa jinê ya li Rojava. Avesta Xabûr jî li dijî sîstema zextê, hişmendiya mêr têkoşînek pir xurt bi rê ve bir, ji bo li Rojhilata Navîn şoreşa jinê biparêze li dijî tankên artêşa Tirk a dagirker şer kir û xwe feda kir.”

TJK-E a got: “Parastina Efrînê tê wateya parastina şoreşa jinê, ji falşzma Erdogan re bêjin ‘No Pasaran’” hat diyarkirin ku ev ji demeke ji mêş ve ye balafirên şer ên artêşa Tirk axaka Rojava bi taybet Kantona Efrînê bobmerdûman dike û wiha hate gotin:

“Li xaka Sûriyey yek ji cihê herî zêde koçber li xwe hewand Efrîn bû û cihê herî aram bû. Di encama êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk û çeteyên wê de jingehên welatiyên sivîl tên hedefkirin û heta niha bi sedan welatiyên sivîl jiyana xwe ji destdane û birîndar bûne. Hêzên qirker tenê Kurdan ji bo xwe nakin hedef, bi hezarna koçberên mexdûrên şer ên xwe li Efrînê girtîn jî dibin hedefa artêşa Tirk.”

TJK-E, bomberdûmana îro a li gundê Xelîla ya ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve mînak da, destnîşan kir ku weke di berxwedana Kobanê de îro jî sûcê dij mirovahiyê tê kirin. TJK-E bal kişand ser hevkariya Tirkiye ya bi komên çete yên mîna Heyet Tahrîr El Şam ên girêdayî OSO’yê û got: “Kurdan, jinên Kurd çawa li Kobanê ji bo nirxên mirovahiyê bi canê xwe parastin, îro têkoşîna tê kirin têkoşîna parastina têkoşîna jinê û nirxê femînîstî yê gerdûnê ya projeya ji nû ve avakirina xwerêveberiya demokratîk e.”

TJK-E’yê diyar kir ku têkoşîna îro li Efrînê tê kirin di heman demê de têkoşîna li dijî hişmendiya mêr re û birî xist ku çawa li Şengalê çeteyên DAIŞ’ê jin qir kirin îro jî hema qirkirinê dixwazin ji aliyê faşîzma Erdogan ve li Efrînê bikin.

TJK-E wiha pêde çû: “Arîn Mîkan, çalakiya li dijî DAIŞ’ê lidar xistî, bû sembola şoreşa jinê ya li Rojava. Avesta Xabûr jî li dijî sîstema zextê, hişmendiya mêr têkoşînek pir xurt bi rê ve bir, ji bo li Rojhilata Navîn şoreşa jinê biparêze li dijî tankên artêşa Tirk a dagirker şer kir û xwe feda kir. Avesta Xabûr,bû sembola têkoşîna azadiya Efrînê.” TJK-E’yê herî dawî ev tişt got: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa dikin ku li dijî van êrîşên dewleta Tirk a ku jiyana bi deh hezaran welatiyên sivîl dixe metirsiyê tedbîrên pêwîst bigirin.

Dibêjin bila êdî civaka navneteweyî bêdeniya xwe ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk bi dawî bikin.

Bang li femînîst, demokrat, parêzvanên mafê mirovan ên li dijî hişmendiya mêr têkoşînê dikin ku di têkoşîna li dijî antî kapitalîst, anît emperlalîst û qirkirina jinan li hev kom bibin.”