TJK-E: Hewldanên me yên ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê wê bidomin

TJK-E bal kişand ser rola dewletên Tirk û Fransayê di komkujiya Parîsê de û got, "Lêgerîn û hewldanên me yên ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê wê bidome."

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 9'ê Çileya 2013'an sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê bi xwînxwarî hatin kuştin. Her sê jinên Kurd ên şoreşger, ji aliyê endamên MÎT'ê ve bi erêkirin û plana  dewleta Tirk hatin kuştin."

'FRANSA HEVPARÊ SÛC E'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hebûna gelek îstîxbaratên herêmî û navneteweyî di nava vê komkujiyê de nîşan dide, ku Gladyo jî di nav de heye û hat gotin, "Ji aliyê her kesî ve tê zanîn, destûr û agahiya îstîxbarata Fransayê nebûya, ev komkujî nedihat kirin. Li cihekî ku timî ji aliyê îstîxbarata Fransayê ve dihate şopandin, li telefonên wê dihate guhdarîkirin, ev komkujî pêk hat. Lewma îstîxbarata Fransayê di asta sereke de ji vê komkujiyê berpirsyar e. Îstîxbarata Fransayê pitşî komkujiyê, agahî û belgeyên li ser kujer Omer Guney neda, axaftinên bi telefonê yên vî kujerî deşîfre nekir û ti agahî û belge neda heyet dadgehê. Ev yek jî radixe pêş çavan, ku Îstîxbarata Fransayê alîkarî daye hêzên kujer. Ji xwe bêdengiya vê îstîxbaratê nîşaneya hevpariya wê ya sûc e.

Sê salan ji bo ronîkirina komkujiyê em herikîn kolanan û me bal kişand ser hêzên ji komkujiyê berpirsyar in. Her hefte roja Çarşemê me li ber Konsolosxaneyên Fransayê mîtîngên protestoyî lidar xistin. Ji bo ronîkirina rastiya vê cînayetê û darizandina berpirsyaran, hê di wê demê de Wezîrê Karên Hundir Manûel Vals soz da bû. Serokkomar Françoîs Hollande da xuyakirin, ku ew Fîdan Dogan nas dike, vê barbariyê red dike û ji bo ronîkirina komkujiyê ew ê bi berpirsyariya xwe rabin.

Lê belê ev daxuyaniyên rayedarên Fransayê bi cih nehatin anîn, tenê mîna demagojiyê ma. Ji ber ku hê xwîna yên hatin kuştin li erdê bû, hikûmeta Fransayê û hikûmeta Tirk dest bi hevdîtinan kirin. Bi rêya hin peymanên aboriyê, berjewendiyên siyasî hatin parastin."

'EM Ê NEHÊLIN DOZ BETAL BIBE'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku weke Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê haya wan ji van polîtîkayên qirêj heye û hat gotin, "Di pêvajoya neçareserkirina pirsgirêka Kurd, kaos û krîzê de zelal bû ku Fransayê xwe li aliyê kaos û şer daniye. Mirina kujer Omer Guney bi rêyên xwezayî nebûye. Kuştina wî hemleyek ji bo betalkirina dozeke ji yek bersûcî ye. Weke gel û jinên Kurd, li dijî vê yekê, ji bo ronîkirina Doza Parîsê em ê her tim gavan bavêjin û her tim di nava lêgerîn, liv û tevgerê de bin."

Di dawiya daxuyaniyê de, tevî meşa navendî ya 7'ê Çileyê ya li Gare Du Nord a li Parîsê, ji bo hemû çalakiyên li gelemperiya Ewropayê banga tevlîbûnê hate kirin.