TJK-E: Erdogan kujerê jinan e

TJK-E'yê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê da û got, "Rejîm faşîst a AKP-MHP'ê dijminê jinê ye. Erdogan kujerê jinê ye." Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku îro êvarê çalakiyên şermezarkirinê bên lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) li ser êrişa dewleta Tirk daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku dewleta Tirk a dagirker bi destê hêzên navneteweyî qirkirina kurdan dewam dike.

TJK-E'yê ragihand, êrişa li Kobanê ya li dijî jinan nîşan dide ku dewleta Tirk çiqasî ji jinan ditirse û destnîşan kir, "Ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi SÎHA'yan a li ser gundê Helîncê yê Kobanê, endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel jî di nav de 3 hevalên me yên jin şehîd bûn. Ji dema ku DAÎŞ li Kobanê hate têkbirin û vir ve dewleta Tirk a faşîst êrişê dibe ser Rojava. Dewleta Tirk a faşîst ji bo şoreşa jinê ya Rojava tune bike serî li her rê û rêbazê dide, êrişê dibe ser jinên rêxistinkirî û têkoşer."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Komkujiyeke sêyemîn a Parîsê anîn serê jinên Kurd. Li Parîsê sala 2013'an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi destê îstîxbarata Tirk, sala 2016'an li Bakurê Kurdistanê Sewê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Li Rojava jî Zehra û jinên têkoşer ên pê re ku tovên têkoşînê çandin bûn hedefa êrişa dewleta Tirk a dagirker. Bi kuştina jinan dixwazin gelê Kurd tune bikin.Hêzên navneteweyî hemû yên ku qada hewayî ji van êrişan re vekiriye ji vê yekê berpirsyar in. Her kesên ku li pêşberî van êrişan bêdeng in hevparê vê komkujiyê ne.

Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dijminê jinê ye. Erdogan kujerê jinê ye. Jinên ku doh li Kobanê hatin kuştin, ne yên destpêkê bûn. Li dijî van êrişên hovane û bêperwa jinê wê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê mezintir bikin, dawî li rejîma faşîst a Erdogan bîne. Ti tişt ji hêza jinê ya têkoşer û berxwedêr ne mezin e. Kobanê mînaka herî mezin a vê yekê ye."

BANGA JI BO ÇALAKIYAN

TJK-E'yê ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bang kir ku Kurdistanî, jinên Kurd, rêxistinên jinan, demokrat, welatparêz û dostên Kurdan îro saet 18:00 dakevin qadan.

Di daxuyaniyê d ehate gotin, têkoşîna jinê wê li dijî faşîzmê bi ser bikeve.