TJK-E: Em ê bibêjin 'Ji bo Welat' û dakevin qadan
TJK-E’yê diyar kir ku ew ê weke Kurdên li Ewropayê dijîn li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bibêjin “Ji bo Welat” û dakevin qadan.
TJK-E’yê diyar kir ku ew ê weke Kurdên li Ewropayê dijîn li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bibêjin “Ji bo Welat” û dakevin qadan.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) der barê êrîşên dagirkirinê û hevkariya PDK’ê daxuyaniyek nivîskî da. TJK-E’yê diyar kir ku ew ê weke Kurdên li Ewropayê dijîn li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagiker bibêjin “Ji bo Welat“ li qadan bin.
‘ÊRÎŞ LI HEMBERÎ ŞOREŞA JINÊ YE‘
TJK-E’yê destnîşan kir ku şerê dewleta Tirk, PDK'ê û dewleta Iraqê ya ji bo dagirkirina Kurdistanê di çarçoveya konsepteke hevpar de dewam dike û got: “ Ev êrîş li dijî gelên Rojhilata Navîn, hêviya wan a azadiyê û şoreşa jinê ye.“
‘EM Ê DAGIRKER Û HEVKARAN BAVÊJIN SERGOYÊ DÎROKÊ‘
TJK-E’yê, bal kişand li ser dîkdatoriya AKP û Erdogan bi polîtîkayên xwe yên Neo-Osmanî ku dixwazin Rojava û Şengalê dagir bikin û statûya gelê Kurd li herêmê xera bikin û wiha got. “Ev êrîş operasyona ji nû ve dagirkirina Kurdistanê ye. Lê belê ev êrîşên faşîst wê ji aliyê gelê me ve bên pûçkirin. Çawa ku li dijî faşîzma DAIŞ'ê berxwedaneke mezin hat dayîn, wê li dijî dîkdatoriya AKP-Erdogan jî heman berxwedanî bê dayîn. Dewleta Tirk a faşîst û qirker bi hevkarên xwe re wê têk biçe û wê biavêjin serogyên dîrokê.“
DEWLETA TIRK POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYÊ LI HER DERÊ PÊKTÎNE
TJK-E’yê anî ziman ku tevahiya cîhanê bû şahidê têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd û PKK’ê ya li Şengalê li dijî DAIŞ’ê ku dewleta Tirk piştgiriya wê dikir û got: “Di dîrokê de têkoşîna herî mezin a îrade û azadiyê ye, dewleta Tirk li her qadê polîtîkayên xwe yên dijminatiyê li hemberî gelê Kurd pêktîne. Li cihê ku Kurd lê hebin, di asta wehşetê de ji vê yekê dudilî nabe.
Lewma jin û gelê Kurd wê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst bêdeng nemînin. Weke gel wê dengê xwe li her qadê ji bo mafê parastina hebûna xwe û jiyana azad derbixe holê û wê misoger bike. Çawa ku gerîla û gelê me li Kurdistanê têkoşîneke mezin dimeşînin, Kurdên li Ewropayê jî ji bo pêşeroja xwe ya azad ava bikin wê dakevin qadan û li dijî dagirkeran helwesta xwe nîşan bidin.“
‘EM Ê HER QADÊ BIKIN QADA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ‘
Di dawiya daxuyaniya de TJK-E’yê da zanîn ku ew ê tu carê êrîşên dewleta Tirk qebûl nakin û got: “Jinên li Ewropa û Kurdistanî dijîn wê li qadan bibêjin "Ji bo Welat" derkevin qadan. Werin em li Şengalê xwedî derkevin. Werin em her cihekî bikin qada çalakiya parastina Kurdistanê. Her çalakiya ku em di vê pêvajoyê de bikin rewa ye. Li ser vê bingehê em çalakiyên xwe demkî û radîkal bikin. Werin em li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk rawestin, îrade û rûmeta xwe biparêzin û bi daketina kolanan têkoşînê bilind bikin."