TJK-E: Em dakevin qadan û xwedî li Rojava û Şengalê derkevin
TJK-E êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê şermezar kir û bang li gel û jinên Kurd kir ku li her cihî dakevin qadan.
TJK-E êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê şermezar kir û bang li gel û jinên Kurd kir ku li her cihî dakevin qadan.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev êrîşa dewleta Tirk êrîşek li dijî şoreşa jinê û hêviya azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev êrîşên dewleta Tirk a faşîst ku piştgiriyê ji PDK'ê digire, hewldana ji bo jinûve dagirkirina tevahiay Kurdistanê ye. Lê belê, gelê me wê pêşî li van êrîşên faşîzan bigire. Çawa ku li dijî faşîzma DAIŞ'ê berxwedaneke mezin hate nîşandan, heman berxwedan wê li dijî dîktatoriya AKP-Erdogan jî bê kirin. Mêtîngeriya Tirk û nokerî wê bi hev re têk biçin û ji holê rabin.
Têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd a li Rojava û Şengalê li pêş çavan e û hê dewam dike. Ev yek, têkoşîna herî mezin a vîn û azadiyê ye. Têkoşîna parastina hebûna gelekî û pêkanîna azadiyê ye."
'BILA GELÊ ME YÊ LI EWROPAYÊ DAKEVE QADAN'
TJK-E ragihand, êrîşa duh bi şev hatiye kirin ne êrîşa ji bo carekê ye, wê dewam bikin û ev bagn kir: "Lazim e gelê Kurd li hemberî van êrîşên dewleta Tİrk a faşîst bêdeng nemîne. Pêwîste em hebûna xwe û mafê jiyana azad li her qadê nîşan bidin. Çawa ku li Kurdistanê li dijî hêzên paşverû yên Rojhilata Navîn têkoşîneke mezin tê dayîn, bi heman rengî lazim e Kurdistaniyên li Ewropayê jî dakevin qadan û ji bo siberoja azad li dijî dewleta Tirk a faşîst helwestê nîşan bidin.
Weke Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, em van êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Bang li Kurdistaniyên li Ewropayê, bi taybetî jinan dikin ku dakevin qadan û li dijî polîtîkayê qirker ên dewleta Tirk têbikoşin."