TJK-E banga protestokirina êrîşên PDK'ê kir

TJK-E êrîşa li ser Şengalê şermezar kir û got: "Ev dibe ji desthilatdariyê pay girtinê û senaryoneke ku ji aliyê TC yêve hatiye nivîsandine."

TJK-E bang li hemû Kurdistaniyan kir ku civaka Êzidî bi tenê neyê hiştin û banga çalakî û şermezarkirina êrîşan kir.

Tevgera Jinên Kurdistanê a Ewropa (TJK-E) li ser êrîşa hêzên PDK'ê yên vê sibehê li ser Şengalê daxuyaniyekî nivîskî da.

Di daxuyaniya TJK-E wiha tê gotin:

"Vê sibehê PDK,ENKS û TC bi awayekî hevgirtî êrîş birine ser û raya giştî jş vê xeberdar e. Ev êrîş darbeyeke mezin ya li ser Yekitiya Gelê Kurd e. Em dixwazin bibîrbînin ku dema 3'ê Tebaxa 2014'an civaka Êzidî rastî qirkirinekê hatin van hêzên ku niha êrîş dikin li paş xwe jî temaşe nekirin û reviyan. Ew hêzên ku revîn niha dixwazin bikevin Şengalê. Ev êrîş tenê pay girtina ji desthilatdariyê û senaryonek e ku ji aliyê TC yê ve hatiye nivîsandin e. Civka Êzidî bi êrîşên qirkirinê re bedelên mezin da û li cem wan ev êrîş ji bilî îxanetê ne xweyî ti wateyeke din e.

Civaka Şengalê ji dîrokê ders girtine û rêxistina xwe ya parastinê ava kirine. Îro li Şengalê hêzên YBŞ û YJŞ'ê ku li berxwe didin, her kes dizane ku armancek din ya wan nin e. PDK ya ku behsa Kurdistana serbixwe dike bi destûra ku ji Enqereyê girtî van êrîşan dike. Weke TJK-E yê faîlên van êrîşan PDK ye. Her kes bila bizane êrîşa ku ji aliyê artêşa Tirkan bi destê DAIŞ'ê li ser Şengalê hatî kirin çawe bi xweparastinê hat şikandin wê dîsan were têkbirin. Civaka Şengalê wê xwe bi xwe parastina xwe bike, xwe bi rê ve bibe, wê pêşeroja xwe diyar bike. Di demek nêz de ev êrîş pêwîst e dawî lê werin."

'EM PROTESTO Û TEŞHÎR BIKIN'

TJK-E diyarkir ku jinên Kurd yên ku li Ewropa dijîn heta dawiyê bi îradeya civaka Şengalê re ne û wiha hat gotin: "Em bi biryardar in ku vê berteka xwe li qadan nîşan bidin. Pêwîst e gelê Kurd, civaka Êzidî yê ku bi hezaran sal in ji qetlîaman derbas bûne bi tenê neyê hiştin. Pêwîste çalakiyên protesto û teşhîrkirinê bihêztir were lidarxistin."