TJK-E: Azadiya jinê xewn nîne, rastiyek e

TJK-E li ser 8'ê Adarê daxuyanî da û got, "Divê jinên cîhanê bi xurtî xwedî li Rojava derkevin. Bi vî rengî em dikarin wate û bersiva herî radest bidin roja jinên kedkar ên cîhanê. Azadiya jinê xewn nîne; rastiyek e."

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew bi bi hêvî û biryardariya mezin a azadiyê, bi ruhê têkoşînê 8'ê Adarê pêşwazî dikin û hemû jinên kedkar û berxwedêr ên di dîroka mirovahiyê de li ber xwe dan, jiyana xwe feda kirin û rûmeta jinê mezin kirin, bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn.

TJK-E diyar kir ku jinên Kurdistanî 8'ê Adarê her sal weke roja geşkirirna têkoşîn û berxwedanê dibînin û got, "Bi xurtkirina têkoşîna wekhevî, demokrasî û azadiyê ya jinan û gelên bindest ên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, bi afirandina rêxistina jinê û bi avakirina sîstema konfederalîzma demokratîk em hewl didin bersiva herî rast û dîrokî bidin pêşengên azadiya jinê yên dîroka mirovahiyê."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê nêzî 30 sal in bi vê têgihiştinê û vî ruhî xwe li qadên siyasî, aborî, ramanî, felsefe û xweparastinê bi rêxistin dikin û hate gotin, "Ji çiyayên Kurdistanê heta Kobanê û Efrîn a ku niha berxwedana serdemê lê heye, li dijî kapîtalîzm, feodalîzm, kevneperestî ya bi serdestiya mêr, li dijî êrîşên TC, DAÎŞ-El Nûsra em bi lehengî li ber xwe didin. Efrîn ku kantoneke Federasyona Bakurê Sûriyeyê ye careke din şahidiyê ji vê lehengiyê re dike. Ji zarokan heta extiyaran, jinên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çeçen, Ermenî li dijî dagirkeriya faşîzma dewleta Tirk ji bo azadiyê têdikoşin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Çawa ku li Şengalê, li Kobanê êrîş ne tenê li dijî Kurdan hate kirin, lê belê hate xwestin ku çand û dîroka jinan ji holê bê rakirin, di şexsê Efrînê de jî qirkirin li jinan tê ferzkirin. Sîstema konfederal a demokratîk a li wir ava bû, sîstema azadî û demokrasiyê ya jinan û gelên bindest e. Ev sîstem xewn û xeyala jinên kedkar e ku 8'ê Adarê afirandin. Êrîşa hovane ya faşîzma dewleta Tirk a xwe ji DAÎŞ'ê xwedî dike, ji tirsa ji ber civaka azad, jin-mirovên azad e ku ji aliyê vê sîstemê ve tê afirandin.

Ev tirs ne tenê ketiye dilê dewleta Tirk. Ketiye dilê dewletên kapîtalîst ên rojavayî. Dewletên navborî ji bo berjewendiyên xwe van polîtîka û bazariyên gemarî dikin. Mînak; hikumeta li Elmanyayê ya bi serkêşiya Angela Merkel, tank û topan difiroşe dewleta Tirk a ku li Sûriyeyê xwîna Kurdan dirijîne û li ser xwîna mirovan pereyan qezenç dike."

TJK-E da xuyaikrin ku têkiliyên dewletan ên li ser berjewendiyên aborî û siyasî rê ber li bûyerên wiha yên li derveyî mirovahiyê vedikin û destnîşan kir ku divê jin van polîtîkayan teşhîr bikin û pêşî li wan bigirin.

TJK-E got, "Bi wesîleya 8'ê Adarê li dijî her şêwe polîtîkayên ku şer xwedî dikin, rê li ber kuştina mirovan vedikin em dengê xwe bilind bikin. Li hemberî hemû dewletan bi taybetî dewleta Elman em mafê xwe yê zexta demokratîk bi kar bînin ku bes destekê bidin Serokkomarê TC ku serkêşê DAÎŞ'ê ye û dewleta Tirk a faşîst. Em deng û hêza xwe bi ya jinên li Efrînê ji bo mirovahiyê li ber xwe didin bikin yek."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Divê em hemû jinên li cîhanê bi xurtî xwedî li Efrînê, xwedî li Rojava derkevin. Bi vî rengî em dikarin bersiva herî watedar û rast bidin roja jinên kedkar ên cîhanê. Azadiya jinê xewn nîne, rastiyek e. Azadiya jinê ne tenê daxwazek e, êdî sîstemeke civakî ya alternatîf e ku ava dibe. Ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, ji Latîn Amerîkayê heta Asya û Afrîkayê di vê 8'ê Adarê de em vê sîstemê xurt bikin, berxwedan û piştevaniya jinan geş bikin."