TJA’yê starta 8’ê Adarê li Botanê da-NÛ BÛ

TJA ya li Sêrtê starta 8’ê Adarê da, tecrîda li Îmralî û qirkirina jinê protesto kir, bal kişandin ser girîngiya xweparastinê.

TJA'yê starta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Sêrtê da. Jinan astengî derbas kirin û daxuyanî dan. Jinan gotin: "Serîhildana Sarayan hinceta jiyaneke nû ye."

Li Sertê  Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 8'ê Adarê bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê jiyanê li dijî tecrîdê em  azadiyê diparêzin" daxuyanî da û starta xwe da. Komeleya Jinê ya Rosayê, aktivîstên TJA'yê, Meclîsa HDP'ê, Serokwekîla Komê ya HDP'ê Meral Daniş Beşdaş, Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziya Tosun û hevserokên bajar û navçeyê beşdar bûn. Ji bi pankartên "Ji qirkirna jinê re na" û bi dowÎza "Jin jiyan azadî beşdar bûn".

Jin bi dorpêçkirina polîsan hatin xwestin bên astengkirin. Jinan tevî astangiyan daxuyanî dan.

Meral Daniş Beşdaş a di destpêkê de axivî wiha got:"Deskeftiyên jinan di bin êrişan de ne. Em ê van destkeftiyan biparêzin. Li dijî astengiya polîsan jinan bi dirûşmên xwe li berxwe dan. Li vî welatî tecrîd heye lê têgeha tecrîdê tê astengkirin. Lê em ê hemû jin xwe bi têkoşîna rêxistina xwe bigirin. Ew ê têkoşîna me bidome.

Şîlan Kan a daxuyanî xwend wiha got:"Jin li her derê tên qetilkirin. Dixwazin jinê bê îrade bihêlin. Bi tundî û xizaniyê em rû bi rû tên hiştin.  Em ê bi serihildana xwe polîtîkayên qedexeyê vala derxin. Ew ê Serîhildana Sarayan hinceta jiyaneke nû be. Em dibêjin em Kurd in em jin in em li vir in."

Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.

HEZEX

Li navçeya Hezexa Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê û bi tevlîbûna parlementera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, aktivîstên TJA'yê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê û gelek jinan li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya Hezexê starta 8'ê Roja Jinan a Cîhanê hat dayîn. Jin bi kincên xwe yên herêmî beşdarî startê bûn. Pêşiya daxuyaniyê ji hêla polîsan avahiya rêxistina HDP'ê ya Hezexê hat dorbêçkirin. Li tevî hemû astengiyên polîsan jî jinan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Em li hemberî qirkirina jinê û li hemberî tecrîdê azadiyê diparêzin" û dovîzên " Em li dijî tundiyê xwe diparêzin, azadiya jinê wê tecrîdê têk bibe" hatin hildan. 

Daxuyani ji hêla Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya navçeya Elkê Beybûn Aslan ve hat xwendin. Aslan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wate û giringiya 8'ê Adarê û got: "Em li dijî desthilatdarên ku êrişî zimanê me, bedena me, nasnameya me, çanda me, xwezaya me, aborî û destkeftiyên me dikin û bi vî awayî hebûna xwe didomînin, ji destpêka dîrokê heta niha me bi pêşxistina têkoşîna xwe bersiv da wan. Nirxên jinan ji ber vê sedemê winda nebûn, heta roja îro hat û pêşengiya xwe ya berxwedêriyê domand. Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin." 

Aslan di berdewama axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di 8'ê Adarê de li qadan bin û got: "Ji bo ku em sedsala 21 mîn bikin sedsala jinan, em bi îdiaya mezinkirina têkoşînê 8'ê Adarê li qadan bin. Em hemû jinan daxwazî qada têkoşînê dikin. Em bang li jinan dikin ku xwe bi rêxistin bikin û li dijî her cûreyê tundiyê li gel me cih bigirin. Têkoşîna me bi pêşengiya Sarayan dest pê kir û wê bi berxwedan û têkoşîna wan bidome. Cihê kêfxweşiyê ye ku me şoreşa jinan a Rojava diyarî jinên cîhanê kir. "

Pişt re parlementera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî. Kocyîgît bal kişand ser polîtîkayên îqtidarê yên li dijî jinan û wiha got: “Jin di pêvajoyeke zor û zehmet de derbas dibin. Ji bo ku em li dijî mêrê desthilatdar îro di berxwedanê de ne û ev yek me kêfxweş û bextewar dike. Her roj bedana me tê îstîsmarkirin û em jin tune tên hesibandin. Em bi pêvajoyeke ku keda me, têkoşîna me û hebûna me tune tê hesibandin re derbas dibin. Îro kesên ku welat rêve dibin, mixabin ji jinan re tenê êş û hêsir layiq dibînin. Lê em jin nîvê cîhan û civakê ne. Ji ber ku em nîvên civakê ne em azadiya xwe û heqê xwe dixwazin. Ji ber ku em jinin em naxwazin ku bên qetilkirin. Ji ber ku em jin in em naxwazin bi tundî û destavejiyê re rûbirû bimînin. Ji ber ku em jin in em dixwazin li kolanan bi awayeke azad bimeşin. Îro hikûmeta AKP'ê dijminahiya jinan dike. Çima? Çimkî bi her awayî jin hedef girtin e. Ji ber ku jin keda xwe dixwaze di hedefe de ye. Ji ber ku jin mafê xwe dixwaze di hedefê de ye. Ji ber ku li hemberî tundiya polîs disekine hedef tê nîşandin. Ango ji ber ku di welat de jin e hedef tê nîşandan. Îro hemû polîtîkayên qirêj li ser jinan tên meşandin. Lêgerîna tazî yek ji mînaka vî tiştî ye. Me çi digot, me got lêgerîna tazî sûc e. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Demboriya wê tune ye. Li hemberî kê û li ku çê bibe teqez bi teqez divê hesaba wê bê pirsîn. Di îro de îqtidara ku herî zêde îşkenceyê pêk tîneAKP ye. Em jin îro ji ber li hemberî vê disekinin, em tên girtin, qetil kirin û kuştin. Ji ber ku em rûmeta mirovahiyê diparêzin, ji ber ku em nasname, ked, beden û hebûna jinê diparêzin em hedef tên nîşandan." 

Kocyîgît di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî her cûreyê tundiyê ew ê di 8'ê Adarê li qadan bin û wiha got: "Em dixwazin li Stenbolê bimeşin, em tên astengkirin, em dixwazin li Îzmîrê bimeşin pêşiya me tê girtin. Jin li dijî tundiyê dadikevin qadan tên binçavkirin û bi îşkenceya polîsan re rûbirû dimînin. Çima? Ji ber ku ev îqtidar dijminê jinan e. Îqtidara ku ji jinan û azadiya jinê ditirse pêşiya me asteng dike. Em jin wê li dijî vê îqtidarê serê xwe netewînin. Em ê li ber xwe bidin û têbikoşin. Wê ji welat re azadî û demokrasiyê jin bînin. Ew kesên ku ji me re dibêjin 3 zarokên çê bikin û hevserê xwe guhdar bikin û li hemberî gotina bavê xwe nesekînin, em ê mehkum bikin. Em jin wê gotina xwe bibêjin û azadiya xwe bînin. Heger ji bo vê berdelek bê dayîn jî em bi vê razî ne. Bila ev îqtidara vê wisa bizanibe. Em ji bedel dayînê natirsin. Lê bila ew bitirsin. Bila ji jinên ku li taxan, kolanan, fabrîkayan û bazaran li ber xwe didin bitirsin. Çimkî têkoşîn mezin dibe û azadî nêz dibe. Bila ji jinên Kurd bitirsin, bila ji jinên elewî yên ku baweriya xwe diparêzin bitirsin. Jinên ku ji bo keda xwe li ber xwe didin bila bitirsin. Çimkî gotin, armanc, daxwazî û berxwedana me jinan heman e. Çi bibe bila bibê em ê vê têkoşînê bidomînin." 

Daxuyanî bi gerandina govendê û dirûşmeyên "Jin jiyan azadî, bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû. 

Bernameya 8'ê Adarê ya TJA’yê wiha ye: 

1- Di Adarê de li Tirkiyeyê û li hemû bajarên Kurdistanê bi awayekî bi îhtîşam em 8’ê Adarê pêşwazî dikin.

2- Li Tirkiyeyê roja 8’ê Adarê bi sazî û platformên jinan em ê fînala 8’ê Adarê bi hev re pêk bînin.

3- Em ê li Kurdistanê li Amed û Wanê bi fînala du mîtîngên mezin ên 8’ê Adarê pêk bînin.

4- Ji 1’ê Adarê dest pê dike li hemû bajaran bi temamiya hefteyê meşên jinan, şahiyên 8’ê Adarê yên jinan, belavok, xebata belevkirina qurnefîlan, şanîdana sînevîzyonan di der barê 8’ê Adarê de, panel, semîner, li parqan hevdîtina bi jinan re, xebata li malan, em ê li taxan hevdîtina bi jinan re pêk bînin.

5- Qlîba me ya 8’ê Adarê jî tê de ji yekê zêdetir çalakiyên çandî bi şahî û bi têkoşînê em ê di 8’ê Adarê de fînala wê pêk bînin.