TJA’yê qetilkirina jinên Kurd ên li Kobanê şermezar kir

TJA’yê qetilkirina sê jinên li gundê Hilincê yê Kobanê şermezar kir û diyar ku tu hêz nikaribe pêşiya têkoşîna jinan bigire.

TJA’yê bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina sê jinên li gundê Hilincê yê Kobanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Rojek be jî qetlîama li ser jinên Kurd nasekine. Xwînxwarî, hovîtî û neyartî bûye xwarin û vexwarina pergala xwînmijan. Cizîr, Gever, Nisêbîn, Şirnex, Sûr, Silopî, Efrîn , Şeladizê û Şengal… Li Parîs, Qamişlo, Mexmûr û Kobanê… Her carê jî jin dibin hedef. Ev jinên ku mamosteyên jin û gelên cîhanê ne. Sakîne, Leyla, Rojbîn, Hevrîn, Sêvê, Fatma, Pakîze, Gulistan, Melek, Zehra, Hebûn û Emîne. Pirtûk jî têr nakin. Pergala faşîst a AKP û MHP’ê li her çar aliyê Kurdistanê û cihanê jinên Kurd qetil dike.

Li gundê Hilincê ya Kobanê jî Koordînatora Kongra-Star Zehra Berker û endamên kongreyê bi balefirên SÎHA’yê yên pergala faşîst ve hatin qetilkirin. Dinya alem dizane ku hezên faşîst heta ku li ber emperyalîstan negerin, nikarin gavekê biavêjin. Ji ber vê jî êrîşî jinan dikin.

Divê em bikin qîr û hawar ku pergala xwînmij dixwaze Kurd, Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ji rêber û mamosteyên jinan paqij bike. Bikin qîr û hawar ku bi felsefeya wan em ê çawa xwe ji nijadperestî, zayendperestî, komkujî û talanê biparêzin. Lê negirîn, hêsiran nebarînin, têkoşîna wan mezintir, gurtir û geştir bikin.

Em TJA vê êrîşa li Kobanê bi tundî şermezar dikin. Kujerên vê qetlîamê polîtîkaya hegemon û pergala faşîst e ku dixwazin bi serdestiya mêran careke din bi destê kolonyalîstan mayinde bikin. TJA wê tu carî destûrê nede ku rol û mîsyona jinên azadîxwaz qels bibe. Bila cîhan bizanibe ku çawa Zehra, Emîne û Hebûn bûn Sakîne, Rojbîn û Leyla, wê jinên Kurd tu carî cihê wan vala nehêlin.

Em bang li berpirsên dewlet û navneteweyî dikin ku kujerên van jinan diyar e, heta ku kujer werin darizandin em ê têbikoşin. Bi taybet em bang li hemû partî, sazî û dezgehên Kurd û Kurdistanî dikin ku, roj berî rojekê bibin yek.”