TJA’yê ji bo Yildirim sersaxî xwest

TJA’yê, ji ber wefata xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Eynê Yildirim, peyama sersaxiyê da.

Tevgara Jinên Azad (TJA) ji ber sedema ku Eynê Yildirim jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê da. Di peyamê de wiha hate gotin:

"Ji ber sedema ku xwİşka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Eynê Yildirim bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da em gelekî xemgîn bûne. Bi qasî ku em ji wefata Eynê Yildirim xemgîn bûne, di şexsê dayika Eynê de em dixwazin diyar bikin ku em ê bibin şopdarên êşa dayik û xwişk û birayan, em ê bibin şopdarên bêrî û hêviyên wan û di têkoşîna xwe de em ê bîranîna wan berz bikin. Ji bo vê em sersaxiyê didine Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatê û em êşa wan bi hîsên xwe yên herî kûr par ve dikin. Em ê hesabê êşa ku bi esaretê û tecrîda Imraliyê li malbata Ocalan û xwişkên Ocalan didin jiyîn teqez di têkoşîna xwe de bipirsin. Bi esasgirtina wê felsefeyê ku her mirinê dike sedema azadiya mezin, her êşê dike sedema lêgerîna heqîqeta mezin, em dibêjin bila serê hemû jinan sax be."