TJA: Polîsê ku êrîşa zayendî kiriye,divê ji peywirê were stendin

Tevgera Jinên Azad (TJA) xwest ku li Enqereyê polîsê ku êrîşa zayendî li xwendekarekê kiriye, divê ji peywirê were stendin.

TJA’yê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li Enqereyê endamên Komeleya Hevgirtina Malbatên Girtiyan dema ku çalakiyek li dar xistine, polîsan êrîşeke zayendî li jinekê kiriye.

Di daxuyaniya TJA’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Desthilatdariya mêrserwer qirkirina jinan, tacîz û tecawizê zêdetir dike. Em vê hêrsa dewletê ya li hemberî berxwedana jinan ji şerê wê yê li dijî Tirkiye û Kurdistanê nas dikin. Tifaqa AKP û MHP’ê berpirsê jinên hatine qetilkirin e. Divê were zanîn ku êrîşên mêrserweriyê yên li dijî jinan, ew ê nikaribe berxwedan û têkoşîna jinan bide sekinandin.

Em bang li hemû raya giştî dikin ku li hemberî vê êrîşa zayendî ya ku li jinekê hatiye kirin, tu carî bêdeng nemînin û em vê feraseta ku êrîş kiriye jî teşhîr bikin. Divê polîsê ku vê êrîşa zayendî kiriye jî, ji peywirê were stendin.”