TJA: Hevalên me yên destgîrkirî tavilê berdin!

Tevgera Jinên Azad (TJA) xwest, hevalên wan ên destgîrkirî tavilê bên berdan û diyar kir, "Jin serî natewînin, em ê çokê netewînin."

Di daxuyaniya nivîskî ya TJA'yê de hate gotin, "Li Tirkiyeyê di nava 18 salên desthilatdariya AKP'ê de û di hevkariya koalîsyona faşîst a AKP-MHP'ê ya dema dawî de, her tim komkujî, destavêtin, destdirêjî, desteserkirina mafan, talakirina destketî û kedê, destgîrkirin û girtin li me jinan her roj tê ferzkirin."

TJA'yê destnîşan kir ku wê li dijî van êrişan têkoşîna xwe ti carî ranewestînin û diyar kir, "Divê bê zanîn soza me ya ji bo azadiyê ji çekên zîhniyeta faşîst a AKP-MHP'ê xurtir e. Dewleta bi serdestiya mêr a neteweperest, rantxur, zayendîperest ku hê heye bi destgîrkirin û girtinan dikare bi jinan paşve gavê bide avêtin, divê baş zanibe ku jinên jiyana xwe kirine gorî têkoşîna azadiyê serî natewînin, çokê danînin.

Bi navê TJA'yê em careke din dibêjin ku hevalên me yên hatine destgîrkirin divê tavilê bên berdan û dawî li girtin û destgîrikrina bi rengê bêhiqûqî bê anîn. Di serî de jinan em bang li saziyên demokratîk, tevger û însiyatîfan dikin ku têkoşînê mezin bikin."