TJA: Heke êrîş bi ser xebatkarên çapemeniyê de bibe em ê hesab bipirsin!

TJA’yê got êrîşeke bi ser Gazete Şûjinê de wê êrîşeke bi ser tevgera jinê de were ditin û hate gotin, ‘’Divê ti kese bîr, hêrs û hişmendiya jinê ya tevgera jinê ya di vê babetê de ji bîr neke.’’

Tevgera Jinên Azad (TJA), li ser êrîşên li ser Gazete Şûjinê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di vê sala dawî de bi Rewşa Awarte, BHQ û qeyûman êrîşeke bi dijminatiya jinê pêk hatiye, komeleyên jinê, yên hevgirtinê, saziyên çapemeniyê, kooperatîf û kargehên jinan hatine girtin, tundî, tecawiz û êşkenceya li ser jinê zêde bûye û li dijî her cure êrîşan têkoşîna jinê bi berxwedana hemû jinên rêxistinî pêkan e.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyên tecawizê, li ser torên fihûşên yên organîzebûyî û hişmendiya siyasî ya ku jê dixwin bi rengekî bê perwa tevdigerin. TJA’yê bi domdarî got Gazete Şûjin di nûçegihaniya jinê de xebatên serketî dike û di serî de di bûyera G. ya Êlihê de û di deşîfrekrina avaniyên sûc ên organîze û bûyerên tundiyê yên li ser jinê de û her wiha di çêkirina tevgerê ya di nav gel de xwedî kedeke mezin e û ji bo vê sedemê jî ji hêla kes û komên wiha ve ku vê tundiyê dikin, gefê li nûçegihaniya jinê tê xwendin.

 ‘EM LÊ XWEDÎ DERKEVIN’

‘’Em dixwazin li dijî van gefên ku zêde bûne û bê perwa bûne diyar bikin di serî de xebatkarên Gazete Şûjinê heke li ser yek hevala me ya jin êrîşek çêbibe ev ê weke êrîşeke li dijî Tevgera Jinê were dîtin. Divê ti kese bîr, hêrs û hişmendiya jinê ya tevgera jinê ya di vê babetê de ji bîr neke.

Em bang li hemû raya giştî ya bihistyar dikin ku xwedî li Gazete Şûjin derkevin û li dijî êrîşan hev bigirin.’’