Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

TJA: Em hesabê Komkujiyan bipirsin!

TJA'ê jinên têkoşer ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anîn û got, "Em, 4 û 9'ê Çile weke Hefteya Bilindkirina Têkoşînê ya li Dijî Qirkirina Jinan a Siyasî radigihînin."

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi wesîleya salvegera qetilkirina her sê jinên têkoşer û şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, dîsa her sê jinên siyasetmedar û têkoşer Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Jinên Kurd, li dijî polîtîkayên qirêj ên şer ên dagirkeriyê û êrîşên wan, di her astê de bi polîtîkayên ku bi nûnertiya jinê li her qadê dikin, têkoşîna azadiyê ya jinê mezin kirine. Ji ber van sedeman pergalên dewlet û îstîxbaratê jinên pêşengiya siyasî dikin qetil kirine û xwestine van komkujiyên xwe binixumînin."

'NEKARÎN VÎNA WAN RADEST BIGIRIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku nekarîne jinên têkoşer û şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dîsa Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir radest bigirin û wiha hate gotin, "Ew bi hest, vîn, bêrî û hêviyên xwe yên azadiyê ku dijmin nekarî radest bigire, bûn çavkaniya ronahiya têkoşîna azadiya jinên Kurd."

Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku li Silopiyayê qetilkirina Demîr, Ûyar û Nayir ne mijareke ji rêzê ye û ev komkujî di kesayetiya jina Kurd de, li dijî hemû jinan hatiye kirin. Ev destpêka planeke êrîşê ya ku ketî meriyetê ye. 

Her wiha di daxuyaniyê de komkujiya Parîsê jî hate destnîşankirin û hat gotin, di serî de hikumeta Fransayê, berpirsyarên komkujiyê hê jî nehatine eşkerekirin. Ev jî berdewama komkujiya li dijî gelê Kurd e. 

'EM BI HÊZ TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBIN'

Daxuyaniyê wiha dewam kir; "Em, kujer û komkujeran nas dikin. Lewma li dijî komkujerên Parîs û Silopiyayê em mal bi mal kolan bi kolan berxwedan û têkoşîna azadiyê ya jinê bi rêxistin bikin û wan di wijdana gel de mehkum bikin, hesab ji wan bipirsin. Em wisa bikin ku derkevin pêşberê edaletê hesab bidin û mehkum bibin."

TJA'yê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî, "Em, 4 û 9'ê Çile hefteya bilindkirina têkoşîna li dijî komkujiyên li hemberî jinên siyasî radigihînin û em ê bi bilindkirina çalakiyên xwe yên têkoşînê re, hesab ji berpirsyarên van komkujiyan bipirsin. Em bang li tevahiya rêxistinên jinan ên cîhan, Tirkiye û Kurdistanê û hemû dînamîkan dikin ku xwedî li hevrêyên xwe yên di têkoşîna azadiyê de hatî qetilkirin derkevin û beşdarî çalakiyên ku ji bo li hemberî komkujiyên Parîs û Silopiyayê pêk were bibin."