TJA: Divê her sê endamên RJAK'ê tavilê bêne berdan

TJA'yê nerazîbûn nîşan da ku sê jinên Kurd ên siyasetmedar ji aliyê PDK'ê ve hatine revandin û got, "Sê jin ên siyasetmedar ku têkoşîna jinê dimeşînin bila tavilê bêne berdan."

3 siyasetmedarên endamê Rêxistina Jinê ya Azad a Kurdistanê (RJAK) ku dema ji bîranîna li Şengalê vedigeriyan li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatin revandin, hîn agahî jê nayê wergirtin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rêveberên RJAK'ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî û endama rêxistinê Seyran Ehmed Hesen hîn jî destgîrkirî ne û agahî têkildarî wan nayê parvekirin.

TJA'yê destnîşan kir ku ew vê derba li têkoşîna yekbûyî ya jinên Kurd tê xistin ti carî qebûl nakin û got, "Çawa ku sala 2014'an em bi hev re li ber çeteyên DAÎŞ'ê rabûn û jiyaneke nû û piştevaniyê bi hev re rêxistin dikin, çawa ku me êşên xwe parve kir û em ê vê qirkirinê timî bi bîr bînin. Destgîrkirina siyasetmedarên jin ji aliyê rêveberiya herêmî ve, em weke helwestek li dijî têkoşîna jinên Kurd dibînin."

Di daxuyaniyê de bang li rêveberiya herêmî ya federe hate kirin ku cihê xwe li gel jinên Kurd bigire, bi ruhê yekîtiya neteweyî tevbigere û hate gotin, "Di demekê de ku jinên Kurd li dijî hêzên dagirker têdikoşin, sekna herî bi rûmet a saziyên Kurd ew e ku li gel vê têkoşînê cih bigirin û bi ruhê neteweyî xwedî li vê têkoşînê derkevin. Her polîtîkaya berevajî vê, wê bibe cihgirtina li gel hêzên dagirker.

Bi navê TJA'yê em careke din bang dikin; her sê jin ên siyasetmedar ku têkoşîna jinê dimeşînin tavilê bêne berdan. Bijî têkoşîna me ya jinê. Em bi ruhê yekîtiya neteweyî ber bi azadiyê ve dimeşin."