TJA: Di têkoşîna ked û mirovahiyê de em ê bi ser bikevin!
TJA'yê 1'ê Gulanê pîroz kir û got, "Di têkoşîna azadiya jinê, ked û mirovahiyê de em ê teqez bi ser bikevin."
TJA'yê 1'ê Gulanê pîroz kir û got, "Di têkoşîna azadiya jinê, ked û mirovahiyê de em ê teqez bi ser bikevin."
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê ya Kedkaran, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta AKP'ê ya 14 salan bûye desthilatdariya êrîşa li dijî jinan û hemû kedkaran.
TJA'yê bibîr xist, ku di nava 14 salên bihurî de 17 hezar karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan, li 75 karkeran welê bû ku nema dikarin kar bikin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Îro, ji ber xizanî, birçîbûn û şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê, 2 mîlyon zarok neçar mane bixebitin. Di sala 2016'an de zêdeyî 40 hezar jin, ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê yên dijminatiya li jinan, ji kar hatin derxistin. Bi biryarnameyên Rewşa Awarte re bi qasî 100 kedkar ji kar hatin derxistin. Barê herî giran ê debara malbat û zarokên van kedkaran, li ser milê jinan e. Dewleta AKP'ê bi şer û talanê hewl dide Kurdistan û Tirkiyeyê bike dojeha mêtîngeriyê, bi êrîşa li dijî rêxistiniya kedê û sendîkayan, bi xespa tazmînata qidem û taşeronkirinê re bûye hostayê diziyê."
Di dewama daxuyaniyê de 1'ê Gulanê hat pîrozkirin û hat ragihandin, ku ew xwedî li banga eniya kedê ya ku li ber xespkirina tazmînata qidem, taşeronî, bêkarî, birçîbûn û cînayeta kar radibine û jê re dibêje NA, derdikevin.
Di dawiya daxuyaniyê de, mirovên li çar aliyên cîhanê di têkoşîna ked û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî hatin bîranîn, soza xurtkirina têkoşîna wan hat dayîn û hat gotin, "Em ê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi coşa 8'ê Adarê û Newrozê re bikin yek û di têkoşîna azadiya jinê, ked û mirovahiyê de teqez bi ser bikevin."