TJA: Destgîrkirin nîşaneya tirsa ji berxwedanê ye

Tevgera Jinên Azad (TJA), nerazîbûn nîşanî destgîrkirina jinên li Amed, Êlih û Wanê ketin greva birçîbûnê û got, "Têkoşîna me heta şikandina tecrîdê wê bidome."

Polîsên Tirk li Amed, Êlihê û Wanê êrîş birin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê. Di encame de 29 kes li Êlihê, 25 li Amedê û 14 jî li Wanê hatin destgîrkirin.

TJA'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, daxwazên Leyla Guven daxwazên mafdar û aştiyane ye û sîstema serdest a mêr hewl dide bi zordariyê bitepisîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ev êrîşên li avahiyên partiya wan hate kirin nîşan didin bê faşîzm çiqasî ji berxwedana bi pêşengiya jinê ditirse.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê were zanîn, têkoşîna mafdar a jinan a li dijî tecrîdê, wê ti carî bi destgîrkirin û zextan neyê tepisandin. Têkoşîna me heta şikandina tecrîdê wê dewam bike."

TJA'yê diyar kir, Ocalan yek ji hîmên bingehîn ên aştiya mayendî ya gelên Rojhilata Navîn e û got, "Di serî de jin em bang li hemû alîgirên aştiyê dikin ku tecrîdê bişikînin û piştgiriyê bidin Leyla Guven."