Tirkiye Peymana Lanzarote bi cih nîne

Peymana Lanzarote ji bo parastina zarokan a ji destavêtin û destdirêjiyê yekemîn peymana herêmî ye. Tirkiye tevî ku mohra xwe daniye binê vê peymanê, wê bi cih nîne.

PEYMANA LANZAROTE

'Peyaman Konseya Ewropayê ya ji bo Parastina Zarokan a ji Destdirêjî û Destavêtinê' ji 10'ê Îlona 2011'an û vir ve li Tirkiyeyê di meriyetê de ye, lê belê li hemberî destdirêjî, destavêtin û sûcên zayendî yên li dijî zarokan lêpirsîneke bi bandor nayê kirin û ceza li kiryaran nayê birîn.

Hefteya derbasbûyî bi nameya ku ji JINNEWS'ê re hate şandin eşkere bû ku zaroka li Mêrdînê di demên cuda de 3 kesan dest avêt wê, ji mirina pitika ku anî dinyayê berpirsyar hate nîşandan û bi sûcê 'kuştina bi zanebûn' ji 16'ê Çileyê û vir ve girtî ye. Bi testa DNA'yê eşkere bû ku pitika ji dayik bû ya N.Ç. ye. Îfadeya wê ya destpêkê ku di bin zext û gefa N.Ç. de da û got, ew giliyê kiryar nake, ji aliyê dozgeriyê ve esas hate wergirtin û di lêpirsîna li ser sûcê 'Destavêtina li zarok' de biryar hate dayin ku pêwîstî bi lêpirsînê nîne. Zaroka mexdûr piştî îfadeya destpêkê ya ku di bin zext û zordariyê de da, nameyek nivîsî û qala bûyerên bi serê wê de hatin bi berfirehî kir. Tevî vê yekê jî serdozgeriyê di 20'ê Gulana 2024'an de bi îdîaya ku têkildarî kiryaran N.Ç., M.Ç. û M.S.O. de 'delîlên têrker' nîne, biryara neşopandina mijarê da. TJA û Platforma Jinê ya Şahmaran a li Mêrdînê ji bo piştevaniya bi zarok re ku destavêtin lê hate kirin, bang kirin. Her wiha Peymana Lanzarote bi bîr xistin ku Tirkiyeyê mohra xwe daniye binî û destnîşan kirin ku berpirsyariya Tirkiyeyê ye ku li gorî vê peymanê tevbigere.

40 HEZAR Û 713 DOSYAYÊN DESTAVÊTIN Û DESTDIRÊJIYÊ

Li gorî daneyên Wezareta Edaletê di sala 2023'an de ji sûcê 'destavêtin û destdirêjiya li zarokan' 40 hezar û 713 dosya hatin amadekirin. Dadgehên ceza têkildarî 344 kesên bi destavêtina li zarokan hatin darizandin bi pêkanîna 'taloqkirina eşkerekirina hikum' ceza taloq kir. Li dozgeriya komarê jî ji ber sûcê 'têkiliya zayendî ya bi zarokan re' 23 hezar û 390 lêpirsînên nû hatin destpêkirin û di van lêpirsînan de 21 hezar û 101 gumanbar hatin tespîtkirin. Li gorî rastiya ku lêpirsîneke bi bandor li hemberî sûcê destavêtina li zarokan nayê meşandin û cezayê têrker li kiryaran nayê birîn, Tirkiye Peymana Lanzarote ya ku mohra xwe daniye binî bi cih nîne.

PEYMANA LANZAROTE ÇI YE?

Peymana Lanzarote yekemîn peymana herêmî ye ku ji bo zarok ji destavêtin û destdirêjiyê bêne parastin hatiye amadekirin. Li Girava Lanzarote ya Spanyayê di 25'ê Cotmeha 2007'an de bi beşdariya welatên endamê Yekîtiya Ewropayê û welatên li derveyî yekîtiyê hate qebûlkirin û di sala 2010'an de ji aliyê hemû dewletên endamê Konseya Ewropayê ve hate îmzekirin. Ev peyman ji bo pêşîgirtina li zewicandina zarokan û astengkirina destavêtina li zarokan ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê ve hate amadekirin. Her wiha berpirsyariyên pozîtîf li dewletan ferz dike. Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binê peymanê.

JI SALA 2011'AN Û VIR VE LI TIRKIYEYÊ DI MERIYETÊ DE YE

Peyman 13'ê Tebaxa 2010'an pêşkêşî Serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê hate kirin. Ji bo bê qebûlkirin pêşnûme qanûnek hate amade kirin û ev pêşnûme qanûn ji aliyê komîsyonên Karên Derve, Edalet, Tenduristî, Malbat, Kar û Karên Civakî ve hate lêkolîn. Meclîsê pêşnûme qanûna ku mohrkirina Peymana Lanzarote pêşniyar dikir, pejirand. Desteya Wezîran a bi serokatiya Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan di 18'ê Tîrmeha 2011'an de biryar da ku tevlî Peymana Lanzarote bibe. 'Peyaman Konseya Ewropayê ya ji bo Parastina Zarokan a ji Destdirêjî û Destavêtinê' di 10'ê Îlona 2011'an de bi weşandina li Rojnameya Fermî ya bi Hejmara 28050'î li Tirkiyeyê kete meriyetê.