'Têkoşîna me ya azadiyê sînoran nas nake'

Kolektîfên Jinan ên Femînîst ên Zurichê nameyek ji Leyla Guven re nivîsî û diyar kir, "Di navbera me de sînor jî hebin em ji bo heman dinyaya bedew têdikoşin. Têkoşîna me ya bi gelê Kurd re wê bidome."

Ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ku 161 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, li qada navneteweyî piştgirî didome.

Kolektîfên Jinan ên Femînîst ên Zurichê, ku di nava kolektîfên greva jinan a giştî de cih digirin, ji bo Leyla Guven nameyek nivîsî.

'EM BI TE RE NE'

Di nameyê de hate ragihandin ku ew grevên birçîbûnê ji nêz ve dişopînin û hate gotin, "Em; jinên Swîsreyî ji bo mafên xwe yên hatine desteserkirin bi dest bixin, xwe ji bo greva giştî ya 14'ê Hezîranê amade dikin. Sîstema baviksalarî li Swîsreyê bi rê û rêbazên cuda zorê li jinan dike. Em jî li dijî vê li ber xwe didin. Di vê amadekariya grevê de jinên Kurd bi me re dimeşin û moralê didin me. Sînor hebin jî di navbera me de, em ji bo heman dinyaya bedew têdikoşin. Têkoşîna me ya bi gelê Kurd re wê bidome.

Dibe ku rêbaza me ya têkoşînê û şêweyê zextên li me tên kirin cuda bin, lê belê em xwe di nava têkoşîna we de dibînin. Berxwedana we ya greva birçîbûnê nîşan dide ku îradeya têkoşînê ya azadiya gelê Kurd çiqasî xurt e.

'TECRÎD NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Em baş pê zanin, hûn ji bo dinyayeke bedew û paşerojeke azad têdikoşin. Hûn baş zanin ku mirovbûn çi ye û li dijî polîtîkayên dijminê mirovahiyê ne, têdikoşin."

Di nameyê de hate ragihandin, tecrîdkirina Ocalan û girtiyên siyasî tecrîdkirina nirxên mirovahiyê ne û hate gotin, "Ji bo bidawîbûna tecrîdê li girtîgehan çalakî hatin lidarxistin û gelek mirov mirin. Em ji ber van şehadetan xemgîn in. Dewleta Tirk û rêveberên wê ji mirina wan mirovan berpirsyar in."

BANG LI CPT HATE KIRIN

Di nameyê de bang li CPT û Neteweyên Yekbûyî hate kirin û hate gotin, "Berpirsyariya herî mezin jî dikeve ser milê CPT û saziyên din ên navneteweyî. Em bang li van saziyan dikin ku tavilê biçin Tirkiyeyê û lêkolînê bikin."

Jinan diyar kirin, ew piştgiriyê didin berxwedana grevên birçîbûnê û bang li civaka navneteweyî kirin ku piştgiriyê bidin berxwedana grevên birçîbûnê. Herî dawî gotin, "Em, jinên femînîst jiyanê, azadiyê diparêzin. Heta ku em hemû azad bibin, em ê sînoran nas nekin û têkoşîna xwe bidomînin."