'Têkoşîna azadiya jinê wê hê bi xurtî dewam bike'

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û ji Meclîsa Jinên Sosyalîst Fadîme Çelebî qala polîtîkayên AKP'ê yên li dijî jinê, şîdeta mêr a li dijî jinê û têkoşîna jinan kirin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçyîgît diyar kir ku AKP'ê bi ragihandina Rewşa Awarte û bi rêya biryarnameyan re hê bêhtir dest li jiyana jinan werdaye û got, "Di ser bedena jinê re dest bi sazîkirina rejîma xwe ya faşîst kir. Jinê li nava malê dike hepsî, ji jiyana cemaweriyê qut dike, hewcadearî mêr dike û tenê di nava zewacê de dibîne. Bi vî rengî hewl dide jinên azad ji holê rakin."

EM TÊK NEÇÛNE, EM JI TÊKOŞÎNA XWE VENEGERIYANE

Koçyîgît bal kişand ser Qanûna Miftîtî û Komîsyona Navbeynkariyê ku bi vê yekê re tê xwestin, astengiyên mezin derxîne pêşiya cihêbûnê û got, "Ev yek encama wê nêrînê ye, ku dixwaze hiqûq û jiyana cemaweriyê ya jinê bi xwe diyar bikin û hemû destketiyên jinan qels bikin. Ev yek ti carî ne ya qebûlkirinê ye.

Qanûn dibe ku niha hatibe qebûlkirin, lê belê ev nayê wê wateyê ku jin wê serê xwe li ber vê bitewînin û qebûl bikin. Têkoşîna azadiyê ya jinê wê ji niha û pê ve hê bi tundî û bi lez bidome. Em têk neçûne, ya jî em ji têkoşîna xwe venegeriyane. Ji ber ku hê li her cihî komkujî, destavêtin, destdirêjî û îstîsmar li jinê tên kirin. Jin ji kar û ji mala xwe tên kirin, tên xizankirin. Vê yekê jî ji bo armanca civaka bîatê dikin. Ji ber ku ji wan heye ku avakirina civaka bîatê bi jina serî ditewîne dibe."

RAPERÎNA JINÊ WÊ SÎSTEMA FAŞÎST A AKP'Ê HILWEŞÎNE

Di dewama axaftina xwe de Koçyîgît bi bîr xist ku hewl didin serî li jinê bidin tewandin, azadiya wê ji holê rakin û wiha dewam kir: "Li dijî vê yekê me her tim ev yek got: 'jinên azad wê bi xwe re civaka azad bînin. Rêya azadiyê bi azadbûna jinê dibe. Me heta niha çawa ku li kolanan, qadan, ji aliyê îdeolojîk, polîtîk û pratîkî ve têkoşîna xwe meşand, ji niha û pê ve jî em ê li dijî polîtîkayên diberê jinê bi heman rengî têbikoşin."

Koçyîgît da xuyakirin ku niha jî li hemû malan, li hemû ocaxan raperîneke jinê heye Û destnîşan kir ku ev raperîna jinê wê sîstema faşîst a AKP'ê û ya serdestiya mêr hilweşîne.

DAXWAZA WEKHEVIYÊ YA JINAN JI TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ NE CUDA YE

Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan bal kişand ser zêdebûna bûyerên destavêtin, destdirêjiya li jinê û got, "Eger bûyerên kuştina jinan ewqasî zêde bûye, sedema vê yekê nêzîkatî û qanûnên ku desthilatdariya mêr diparêzin û şîdetê rewa dikin e."

Gurkan bi bîr xist ku ji bo hukmên di qanûna ceza de li dijî kujerên jinan hatine nivîsandin bi cih werin anîn jî, ji neçar in têbikoşin û got, "Bi kurtasî, polîtîkayên AKP'ê hem nirxan tine dike, hem jî bi civakê re karkeran, ciwanan, jinan dikuje, şîdet û cihêkariyê mezin dike, civakê li ber hev radike, xweza û berhemên dîrokî talan dike. Laîtiya rasteqîn û wekheviya maf, îro ji bo jinan di asta jiyanê de girîng e. Têkoşîna wekheviyê ya jinan, ji têkoşîna demokrasiyê cuda nîne, bûyer parçeyekî ji wê. Eger em ê demokrasiyê pêk bînin, para têkoşîna wekheviya maf a jinan wê gelekî zêde be."

BÊGUMAN YÊN BI SER BIKEVIN WÊ JIN BIN

Ji Meclîsa Jinên Sosyalîst Fadîme Çelebî jî destnîşan kir ku di nava 15 salên desthilatdariya AKP'ê de yên herî zêde îtiraz kirin jin bûn û got, "Ev 15 sal in em li kolanan e. Ji ber ku polîtîka yan jî çareseriyek bi kêrî me bê, qet nehat kirin. Her tim hewl dan tiştên dijber bikin. Em jî li ber vê rabûn. Ji qanûna kurtajê heta qanûna destavêtinê... AKP jî vê yekê weke hêzekê dibîne. ji ber vê yekê AKP hewl dide jinan dîzayn bike. Gelo ev yek bi ser xist? Ya jî AKP qanûna Miftîtiyê ji xwe re weke serketinekê dibîne? Ev serketinek nîne. Qanûn ketibe meriyetê jî tevgerên jinan wê li ber vê rabin. Ji ber ku tevgerên jinan êdî hê azad in û xwedî îrade ne. Dema mirov li rewşa jinên li qada siyasetê binerin, tê dîtin ku ji Hevseroka HDP'ê heta hevşaredaran girtî ne. Di dîroka Tirkiyeyê de dibe ku cara yekê ye hejmara girtiyên jin ewqasî zêde ye. Jin mîna duh serî natewînin, AKP jî vê qebûl nake. Şerê îradeyê li her du aliyan heye. Bêguman yên bi ser bikevin wê jin bin."